Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn 2022-07-15 13:41:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Stenbolê ji bo 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin dê daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) bi boneya girtina 16 rojnamevanên kurd ku mehek li pey xwe dihêle, dê li Amed û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. Daxuyaniya li Amedê dê li ber DFG’ê saet di 17.00’an de bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl pêk were. Daxuyaniya li Stenbolê jî dê saet di 16.00'an de li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê were dayîn.