Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin 2022-07-15 11:56:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku di êrişên li ser herêmên Zap û Avaşînê ku 3 meh in berdewam dikin de, hezar û 198 caran kimyasal hatiye bikaranîn û hezar û 528 leşker jî hatine kuştin.    Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di 17’ê nîsanê de dane destpêkirin kete meha 4’an de. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), bilançoya şer a 3 mehan ku Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG’ê aşkerak kir, weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê 2 leşkerên di 4’ê tîrmehê de li Girê Amediyê jiyana xwe ji dest dane di destê HPG’ê de ne. Di nûçeyê de hate ragihandin ku li cihê şer û pevçûn lê diqewimin bombeyên termobarîk û fosforê hatine bikaranîn. Dîsa di nûçeyê de hate destnîşan kirin ku di navbera 14’ê nîsan û 14 tîrmehê de bi komî hezar û 198 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nûçeyê de hate bilêvkirin ku 6 jê payedar bi komî hezar û 528 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 217 leşker jî birîndar bûne.    Her wiha hate ragihandin ku balafirên şer 2 hezar û 623 caran, helîkopteran jî hezar û 978 caran herêm bombebaran kirine.