Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin 2022-07-15 09:03:52 AMED - Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku ji ber vekolîneke kêm xwest biryara beraetê ya derbarê Albay Eşref Hatîopglû de bê xerakirin, ji bo Serfermandarê Teqawidbûyî Îlker Başbûg û Korgeneralê Teqawidbûyî Hasan Kûndakçi di doza Licê de wekî şahid bên guhdarkirin mutala da.    Di 22’ê Cotmeha 1993’an de li navçeya Licê Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Piştî kuştina Aydin li navçeyê 16 kes hatibûn qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Di doza hatibû vekirin de derbarê Fermandarê Alaya Amedê Albay Eşref Hatîpoglû de biryara baretê hatibû dayîn. Lê belê Serdozgeriya Dadgeha Bilind, ji ber vekolîneke kêm xwest biryara beraetê ya derbarê Albay Eşref Hatîopglû de bê xerakirin.   Piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê derbarê Hatîpoglûyê de ku bi "kuştina qesdî" dihat darizandin, biryara beraetê dabû û Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Îzmîrê jî biryarê pesend kiribû, malbatên mexdûr serî li Dadgeha Bilind dabûn ku biryara hatiye dayîn bê xerakirin.    Cîgira Serdozgeriya Komarê Şahîka Onganer ku têkildarî dosyeya li Dadgeha Bilind mutalaaya xwe berpêş kiriye, bi hinceta ewraqên hin serlêdêran kêm in xwestiye daxwaza wan a ji bo xerakirina dozê bê redkirin. Dozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî daxwaza temyîzê ya li dijî biryara beraetê ya Albay Eşref Hatîpoglû ya Azîze Dolan, Guldar Erdal, Kadriye Gulen, Mûrat Canpolat, Siddik Ergun, Tarik Sevînç, Îdrîs Kiraç, Îsmet Yildiz, Mesûde Yildiz, Mûstafa Çakir, Bayram Çakir, Besîme Çakir, Huseyîn Bogan, Husna Atalay (Kiraç), Abdûllah Çakir, Aykût Çakir, Hîja Atak, Saît Çakir, Latîfe Çakir, Mizgîn Canturk, Zerîfe Canturk û Remziye Canê qebûl kiriye.    Dozgeriyê di biryara xwe de tespît kiriye ku îfadeyên Hatîpoglû bûyerê zelal nakin û xwestiye ji bo zelalkirina bûyerê belgeya têkildarî operasyona Licê ya Hatîpoglû bê lêkolînkirin bê ka li Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê ya Amedê heye yan na û ger hebe mînakeke wê ya tesdîqkirî xwestiye.   Her wiha dozgeriyê di biryara xwe de xwestiye Fermandarê Qolordûya Asayîşê ya Cendirmeyan a Amedê Hasan Kûndakçi û Cîgirê Fermandarê Qolordûya Asayîşê ya Cendirmeyan a Amedê Îlker Başbûg jî wekî şahid bên guhdarkirin ku ev kes piştî bûyerê çûbûn Licê.