ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-15 09:00:22     * Girtiyê ji Girtîgeha Aydinê derket diyar kir ku ne pêkan e ku Yilmaz Ekîncî xwe kuştibe û got: "Li muşahadeyê dest ji tiştekî ku mirov xwe pê daliqîne berdin, ew pêlava te jî ji te distînin. Ez wisa difikirim ku stuyê wî şikest û wan jî wekî ku xwe kuştibe nîşan dan."    * Berdevkê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Ferhad Şamî ragihand ku li dijî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê rejîm jî di bin garantoriya Rûsyayê de amadekariyên xwe didomîne û destnîşan kir ku şer û pevçûn dê tenê li herêmekê sînordar nemînin, ew ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de.    * Hevserokê DBP'a Wanê Çetîn Ûyar ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe got, "Pirsgirêka kurd ne bi şer, bi guftûgoya bi Ocalan re wê çareser bibe. Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye."   * Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku ji ber vekolîneke kêm xwest biryara beraetê ya derbarê Albay Eşref Hatîopglû de bê xerakirin, ji bo Serfermandarê Teqawidbûyî Îlker Başbûg û Korgeneralê Teqawidbûyî Hasan Kûndakçi di doza Licê de wekî şahid bên guhdarkirin mutalaa da.    * Seyfettîn Polat (67) ku nêzîkî 50 sale li xaçerêya Rezanê ya Amedê hemaltiyê dike, diyar kir ku ji sibê heta êvarê li benda bar disekine lê ji ber krîza aborî kar nemaye û got: “Nanê feqîran qediya ye.”   * Projeya “Germava Zumrut” ku ji aliyê DÎKA, Şaredariya Elkê ya AKP’yî û Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê tê birêvebirin û 4 milyon û 620 lîre hatine xerckirin, ji ber şaredariyê derdor sererast nekirine 4 sal in nikare bê xelaskirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 494'emîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'a Rihayê bi boneya salvegera berxwedana Zindana Amedê dê li avahiya xwe panelek li dar bixe. (14.00)