Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne? 2022-07-14 16:23:14   STENBOL - Malbatên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin Nobeta Edaletê digirin, bertek nîşanî lêdan û binçavkirina xwe ya her hefteyê dan û wiha gotin: “Ma cîhan îşkenceya li 3 dayikan tê kirin nabîne?”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin li pêş Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin di hefteya 17’emîn de berdewam dike. Xwişka girtiyên nexweşê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, xwişka Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, Kumrî Akgul û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan a du keçên wê di girtîgehê de beşdarî çalakiyê bûn.    Li aliyê din hate hînbûn ku dayika Yakûp Akma ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin Fince Akman ji ber tundiya polîsan ku heftane ye dibine aciz bûye û ji ber vê yekê nekariye tev li nobetê bibe. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Kagithane û Eyup’ê vê hefteyê piştgirî da malbatan.    ‘BIJÎ BERXWEDANA ZINDANAN’   Polîsan biryara qedexeya Qeymeqamtiya Kagithaneyê weke hincet nîşandan û hewl da malbatên hatine pêş edliyeyê asteng bikin. Malbatên girtiyan ên ji polîsan re gotin “Ma îşkenceya li 3 jinan tê kirin cîhan nabîne?” hatin dorpêçkirin. Ji malbatên girtiyan Cemîle Çîftçî, Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û 2 kesên piştgirî dan malbatan ku tevî dorpêçê jî çalakiya xwe berdewam kirin, bi lêdanê hatin binçavkirin. Dema malbatên girtiyan hatin binçavkirin dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.