Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd 2022-07-14 13:40:16 ENQERE - Yekitiya Nivîskarên Neteweyî diyar kir ku ew li dijî zext û êrişên li ser rojnamevanan piştgiriyê didin rojnamevanên kurd.   Yekitiya Nivîskarên Neteweyî (NWÛ) têkildarî 16 rojnamevanên kurd ku li Amedê di 16'ê hezîranê de hatin girtinde daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd. Ev şert ji bo rojnamevanên kurd û rojnameya wan Yenî Yaşamê çapemeniya azad dike meseleyeke man û nemanê.   Em dibînin ku her dem li ser gelê kurd zext heye, bi girseyî tên girtin, partiyên wan ên siyasî tên girtin û rayedarên Dewleta Tirk tundiyê li wan dike. Em nivîskar û rojnamevanên li Amerîkayê ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşin, diyar dikin ku em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd."   Di daxuyaniyê de qala zext û cînayetên di salên 1990’î de li rojnamevanan hat sepandin jî hat kirin û hat destnîşankirin ku di salên 90'î de çi hatibe serê rojnamevanên kurd îro jî heman rewş berdewam dike.    Di dawaiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî dosyeyên dozên çapemenî û siyasî yên heyî û yên berê biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev jî diyar dike ku dewlet ji bo delîlên sexte amade bike, ji xwe re wextê peyda dike."