Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne 2022-07-14 12:40:16 AMED - Malbatên ku li Amedê 241 roj in di nobeda edaletê de ne bertek nîşanî bêdengiya partiyên siyasî dan û wiha got in: “Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne.”   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, li Amedê dane destpêkirin, di roja 241’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe îro li ber avahiya Edliyeya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’ an, amade bûn.   ‘JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ’   Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî diyar kir ku nêzîkî 9 meh in çalakiyên xwe ji bo girtiyan berdewam dikin û got: “Bi salan e girtiyên me yên nexweş êşê dikişînin û di bin zilmê de ne. Em weke malbatan dibêjin ku kesên berpirsyarin hewceye ku bersiva erênî bidin me lê vê bersivê nadin û em jî li vir di bin zilmê de ne. Îro hemû partî qala azadiyê û demokrasiye dikin lê belê ji xeynî zilmê, me çi azadî û demokrasiye wan nedîtiye. Dema ku girtiyên me bi mirinê re rû bi rû dimînin em weke malbatan nikarin bextewar bijîn, dîsa jî heta dawiyê em ê li pey girtiyên xwe bibin, ji bo azadiya wan bixebitin û wan xilas bikin.” Merwanî, destnîşan kir ku heke partiyên siyasî berpisyariyê negirin wê hevkarên vî sucî bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewceye partiyên siyasî çi bikin îro bikin, heke ev pirsgirêk mezin bibe hevparê vî sucî hûn in, lewma jî em daxwaza xwe dubare dikin û dibêjin ku ji girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan tên şewitandin re azadî.”   Piştî axaftinê, çalakvanan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq û edalet” û bi tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kirin.