Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire 2022-07-14 12:32:16 RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ew ê îro nobeda xwe ya edaletê li Girtîgeha Xarpêtê bi Fadil Şenyaşar re bigire.  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 493’yemîn de berdewam dike. Malbatê ragihand ew îro nobeda xwe ya edaletê li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E’yê li gel Fadil Şenyaşar bigirin. Malbatê got ew îro diçin hevdîtina Fadil Şenyaşar.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kir: “Em ê îro nobeda xwe ya edaletê bi Fadil Şenyaşar ku 4 sal in bêhiqûqî girtî ye re bigirin. Heta ku zilm û bêhiqûqî biqede wê têkoşîna me ya edaletê jî bidome. Em ê qet hêviya xwe qut nekin.”