‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’ 2022-07-14 09:00:50 AMED - Di ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê re 40 sal derbas bûn. Serokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş derbarê mijarê de wiha got: “Pêkanînên Hejmara 5’an ên wê rojê, îro li 300 girtîgehan tên pêkanîn."  Berxwedana di sala 1982’an de li dijî îşkenceyên der mirovahiyê li Zindana Jimara 5’an a Amedê hate dayîn, hêj jî di bîra civakê de ye. Bi ser pêkanînên li Zindana Jimara 5’an ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî kurdan û berxwedana kurdan sembolize dike re 40 sal derbas bûn.    Li girtîgeha ku girtiyên PKK’yî lê dihatin ragirtin û îşkenceyên giran lê hatin kirin, pêkanînên dermirovahiyê hatin kirin. Yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, di Newroza 21’ê Adara 1982’yan de sê darikên şixatê pêxistin û dawî li jiyana xwe anî. Piştî çalakiya Dogan a hewl da tarîtiyê ronî bike, di 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên weke “Çaran” tên zanîn xwe ketin destê hev û xwe şewitandin. Li ser hovitiya li girtîgehê berdewam kir vê carê jî yek ji pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş li dadgeha lê dihatin darizandin de ragihand ku çalakiya rojiya mirinê dane destpêkirin. Di roja 53’yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojiya mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan.    Serokê Komeleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş ku di 16’ê gulana 1981’an de hate binçavkirin, piştî 2 mehan hate girtin û 10 salan di Zindana Hejmara 5’an de mabû, îşkenceya ku li wî hatibû kirin û hovitiya ku bû şahidê wê ji ajansa me re nirxand.    ‘KONSEPTEKE CUDA HATE PÊKANÎN’   Bariş, bi lêv kir ku beriya darbeya 12’ê Îlonê li cîhanê tevgerên 68 ava bûn û li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke hişyarbûnê dest pê kir. Bariş, da zanîn ku Kenan Evren di pêvajoyeke wisa de darbe kir û wiha got: “Pêvajoyên gelek zehmet hatin jiyîn. Di vê pêvajoyê de alîgir, sempatizan û hemû qadro hatin binçavkirin. Di nav komên hatin girtin de konsepteke cuda li PKK’iyan hate kirin. Li Hîlwan, Sêwreg, Êlihê û gelek cihan darbe hate kirin. Heta qeçaxvanan jî herkes binçav kirin. Zindana Amedê jî pêkanîneke gelek cuda bû. Li gorî reqamên fermî dibê^jin 37 mirov di Zindana Amedê de hatine qetilkirin lê li gorî agahiyên civakê 55 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hin kes, mehek, hin kes 6 meh hin kes salekê di bin îşkenceya giran a li girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘ZEXTÊN PSÎKOLOJÎK HEBÛN’   Bariş, diyar kir ku Zindana Amedê ji girtîgehên din cûdatir bû û wiha berdewam kir: “Zextên psîkolojîk jî hebûn. Fermandariya Parartêş a 7’emîn û tîmên zîndanê bê talimat dixebitîn. Li derve çawa bi kontra û çeteyan gel qir dikirin li hundir jî pêkanînên weke wan hebûn. Dizberotî û sîxurtî pêş xistin. Zeafên kesên dihatin girtin di dema îfadeyan de bikardianîn.”   ‘VEGERANDIN LABORATUVARÊ’   Bariş, anî ziman ku Zindana Hejmara 5’an ji bo gelê kurd vegerandin laboratuvarê û da zanîn ku di vê girtîgeha weke laboratuvarê tê bi nav kirin de mirov û mafên mirovan hatin îmha kirin. Bariş, bal kişand ku ji bilî tundiya psikolojik her cure pêkanînên bêexlakî li girtîgehê hebûn û wiha pê de çû: “Gelê me yê bê tecrube ji ber îşkenceya didîtin tiştên nedizanîn û nedîtibûn jî îxbar dikirin. Ji ber vê yekê sîxurtî dihat ferzkirin. Ji ber vê yekê di her qawişê de sîxur hebûn. Di bin navê hevdîtina parêzer, bijîşk an jî malbatê de mirov ji qawişan dibirin û didan axaftin. Dîsa kurdî qedexe bû. Du kesan bi hev re ne dikarî pêgermiyê bikin, ew jî qedexe bû. Mirov gazî dikirin û piştî îşkenceyê bi awayekî mirî diavêtin qawişên wan. Mirov tazî dikirin û henekên xwe bi wan dikirin. Ji saet 05’ê sibê heta 11’ê êvarî Sirûda Mehter lê dixistin û îşkenceya psîkolojîk dikirin.”   ‘PERGALEKE KU MIROVAN BIFETISÎNE AVA KIRIN’   Bariş, bi lêv kir ku ji girtiyekî Alman re gotina “Çi xweş e ji kesê dibêje ez tirk im re” pê dan gotin û piştî welatiyê Alman  ji girtîgehê derket tiştên jiyan vegotin Zindana Hejmara 5’an kete rojeva cîhanê jî û wiha domand: “Esat Oktay, pergaleke ku mirovan bifetisîne ava kiribû. Diviyabû sonda wan û Sirûda Îstîklalê we demekî kurt de jiber kiribûya. Dema te ne dixwend îşkence dikirin.”   ‘BERXWEDANEKE WISA NEBÛ’   Bariş, bal kişand ku sedemê deng vedana Zindana Hejmara 5’an, berxwedana ku li wir hatibû nîşandan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girîgehên din jî îşkence hebû lê Zindana Amedê tişteke cuda bû. Qadroyên pêşeng ên tevgera PKK’ê, alîgirên wê, sempatizan û gundî, karmendên di saziyên dewletê de bi gotina ‘Sempîtazanê PKK’ê ne’ gilî li wan dihatin kirin hebûn. Pratîk û jiyana van mirovan yek bû. Ev mirovên bi rêxistin bûn. Ji ber vê yekê îşkence li wan dihate kirin. Di dîroka kurdan de 28 serhildan çêbûn lê yek ji wan jî li dijî pergalê evqas li ber xwe neda. Berxwedaneke ewqas mezin bû ku derbarê wê de pirtûk, fîlm hatin derxistin. Kesên di girtîgehê de digotin ‘Heke em ji bo vî gelî û hemû gelan têbikoşin, ji bo rê û rêbazên xwe bidomînin divê peywîra xwe bi cih bînin’. Mazlum Dogan di 21’ê Adarê de bi vê seknê çalakî pêk anî. Pişt re çarên li ser vê niqaş kirin, ji bo hişyariya gel di 18’ê gulanê de çalakî li dar xistin û xwe şewitandin.   KEMAL PÎR: EM DERENG MAN   Dû re Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek biryara ketina rojiya mirinê wergirtin. Kemal Pîr got em ‘dereng man’. Xwe rexnedayîna xwe dida û digot ‘divê em beriya Mazlum tevgeriya bûna’. Pişt re biryara Rojiya Mirinê wergirtin. Gelek kes tev li biryarê bûn. Di qawişa 36’emîn de rojiya mirinê dest pê kir. Kemal Pîr û hevalên wan di rojên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Kemal Pîr, Hakî Karer ew nûnerên gelê kurd bûn. Lê wan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo jiyaneke hevpar têkoşîneke mezin dan. Encama vê îro em li 4 parçeyan bi awayekî bi rêxistinî dibînin. Dîsa ev sosyalîzma rast li hemû cîhanê belav bû. Vê rêxistinkirinê nîşan da ku mirov çawa dikarin bi hev re bijîn.”   LI 300 GIRTÎGEHAN BERDEWAM DIKE   Bariş, ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û serdema 12’ê Îlonê hevrûkirin û got: “Tiştên îro diqewimin ji zextên pêvajoya 12’ê Îlonê derbas kirin. Demekê dewletê, bi Topal Osman, Rayberan kare xwe çareser dikir. Îro jî bi artêşa çeteyan a bi hezaran li dijî kurdan hatine bicihkirin. Pêkanînên wê demê li Hejmara 5’an dihatin kirin îro li 300 girtîgehan tên pêkanîn. Pêkanînên li girtîgeha Tirkiyeyê yên îro ji pêkanînên Esat Oktay derbas kirin. Dema Esat Oktay de îşkence, lêdan, heqaret û birçîbûn hebû. Îro jî heman tişt berdewam dikin. Îro jî li girtîgehan berxwedanên mezin hene. Ev berxwedan mîrateya Mazlûm Dogan, Çaran û berxwedêrên Rojiya Mirin a Mezin e. Ruhê fedayî yê Mazlûm Dogan îro li her derê berdewam dike. Li derve jî li hundir jî.”   MA / Mujdat Can