Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne 2022-07-13 15:39:15 ÎZMÎR - Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê didome de axivî, wiha got: “Li dijî girtîgehan bêhestiyarî, li dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengî tê wateya rizîna wijdana civakî.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 86’emîn de ye. Malbat ji bo daxwazên xwe li pêş Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Bûcayê hatin gelhev. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re ya Egeyê (EGE TÛAY-DER), parlamentere Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes tev li çalakiya malbatan bûn. Malbatên ku pêşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê tê bibe” berz kirin.    Fehîme Poyraz a di çalakiyê de axivî, ev bang kir: “Em dixwazin girtiyên nexweş bên dermankirin û berdan. Dest ji zilma ku li girtiyan tê kirin berdin. Mirovên ku înfazên wan tên şewitandin 30 sal in di girtîgehê tê ragirtin. Bi hezaran girtiyên ku weke Aysel Tûglûkê hene. Em dixwazin êdî edalet bi cih were.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku polîtîkayên girtîgehê kurteya sozên pêşeroja welat in û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş bi awayekî bêhiqûqî û bêînsaf terkî mirinê hatine kirin. Înfaz tên şewitandin, girtîgeh xwe têxin şûna dadgehan, hiqûqê tune dihesibînin, infaza mirovên bi salan di girtîgehê de mane dişewitînin. Rêveberên girtîgehan xwe weke sultanê wê derê dibînin û rêgezên xwe li girtiyan ferz dikin. Mafê dermankirinê yê girtiyan ji destê wan tê wergirtin. Destê wan bi awayekî kelemçekirî dibin nexweşxaneyê, di bin navê lêgerîna nava dev rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê tên. Mafê dermankirinê yên girtiyên li dijî vê derdikevin tê wergirtin.”   ‘DESTHILAT BERPIRSYAR E’   Pîroglû, bi lêv kir ku girtîgeh wijdana hevpar a civakê nen û wiha berdewam kir: “Li dijî girtîgehan bêhestiyarî, li dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengî tê wateya rizîna wijdana civakî. Civakên ku wijdana wan dirize mehkum in klu ji her cure zilmê re serî tewînin. Li dijî derketina zilm û polîtîkayên rêveberiyên girtîgehê, îtîraza konsepta hebûna desthilatê ye. Ji her tiştê ku di girtîgehan de bi serê girtiyê nexweş were desthilat, Wezareta Dadê, ATK û rêveberiyên girtîgehê berpirsyar in.”