Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin 2022-07-13 13:03:22   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, ev peyam parve kir: “Di serî de Edliyeya Rihayê, kesên ji qêrînên edaletê yên li her derê welat bilind dibin re bêdeng dimînin wê winda bikin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 492’emîn de berdewam dike. Nobeta Edaletê ku dayik Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tev li bû, Ferît Şenyaşar li qada ku weke “Qûncikê Nobeta Edaletê yê malbata Şenyaşar” tê penasekirin da destpêkirin.    ‘KESÊ BÊDENG BIMÎNE WÊ WINDA BIKE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “Di serî de Edliyeya Rihayê, kesên ji qêrînên edaletê yên li her derê welat bilind dibin re bêdeng dimînin wê winda bikin.”