Li Efrînê 3 kes hatin revandin 2022-07-13 11:32:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê 3 kes ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin revandin.   Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de bi hêzên paramîlîter xiste bin kontrola xwe, her roj binpêkirinên mafan lê zêde dibin. Hêzên paramîlîter, li gundê Kûra yê girêdayî navçeya Cindirêsê bi ser malan de girtin û 3 welatî revandin. Navên kesên ku aqûbeta wan nehate zanîn wiha ne: Mihemed Îsmaîl Wehîd (32), Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal (34).