Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn 2022-07-13 10:17:50 COLEMÊRG - Li gundê Koran ê gîrêdayî bajarê Urmiyê di encama teqîna mayînê de zarokek 6 salî û dayîka wê bi giranî birîndar bûn.   Duh li gundê Koran ê girêdayî bajarê Urmiya Îranê, di encama teqîna mayîna antî tankê de 2 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, bûyer duh danê nîvro dema keça bi navê Ronya Xudayî ya 5 salî li zeviya pişt mala xwe dilîst cîsmek neteqiyayî dît. Li ser vê yekê Xudayî cismî digire destê xwe û ji bo ku nîşanî dayîka xwe bide dibe mala xwe. Dema dayîka Xudayî, Meryem Ezîzvend mayinê di destê keça xwe de dibîne bi lez û bez mayînê ji destê keça xwe digire û diavêje wê demê mayîn diteqe.    Hat zanîn ku piştî teqînê Meryem Ezîzvend bi giranî, zaroka 5 salî Ronya Xudayî jî birîndar bûye. Li ser vê yekê her du welatî ji aliyê xizmên wan ve bi wesayîtên xwe yên taybet rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Urmiyê. Ji ber ku Ezîzvend bi giranî birîndar bibû, piştî mûdaxaleya ewil ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Urmiyeyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tebrîzê hate kirin. Hat zanîn ku heya niha jî xetereya jiyana Ezîzvend dîdome û dermankirina Xudayî li nexweşxaneya bajarê Urmiyê berdewam dike.   MAYÎN LI KÊLAKA BAREGEHA LEŞKERÎ HAT DÎTIN   Şîmal Xudayî yê ku li gundê Koranê dijî û derbarê bûyerê de ev agahî dan: “Em li navenda bajêr bûn, dema agahiya teqînê ji me re hat, em çûn nexweşxaneyê. Lê bûyer li zeviyeke li kêleka mala me qewimî. Hema li kêleka zeviya me, bargeha leşkerî ya girêdayî dewleta Îranê heye. Dema ku gelê me li zeviyê giya didûrin, keça biçûk mayin dît dema dayîka wê xwestiye ji destê keça xwe derbîxe, mayîn teqiyaye. Ji duh ve em li nexweşxaneyê ne, rewşa keça biçûk niha baş e, lê rewşa jin bira min gelek giran e. Xwedê vê zilma li me tê kirin qebûl neke.”