Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin 2022-07-12 22:38:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Hêzên Navendî ya Pentagonê (CENTCOM), aşkere kir ku li Sûriyeyê serokekî DAIŞ'ê hatiye kuştin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, yek ji serçeteyê DAIŞ’ê Maher El Egal hate kuştin. Berdevkê Fermandariya Navendî ya Pentagonê (CENTCOM) Dave Eastbûrn ji AFP’yê re ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mahir El Eqal dema li motorsîkletekê suwar bibû li nêzî Cindirêsê yê Sûriyê hatiye kuştin. Her wiha parastvanê wî yê peyabilind jî bi giranî birîndar bûye.   Çavkaniyên xwecihî jî ragihandine ku îro balafireke bêmirov a biçek a nenas li gundê Xalta yê navçeya Cindrêsê ya dagirkirî, motorsîklêtek kiribû hedef.   Girêdayî vê yekê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku serçeteyê DAIŞ’ê Mahir El Eqal li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bû û sala 2020’an bi alîkariya serçeteyên Ceyş El Şerqiye çûye Efrînê. Mahir El Eqal roleke sereke di dagirkirina Reqayê de lîstibû. Mahir El Eqal birayê serçeteyê bi navê Fayiz El Eqal e ku beriya di operasyoneke wisa de li Babê di Hezîrana 2020’an de bê kuştin, mîrê Komîteya Rêveberiya Wîlayetan bû.   Êdî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji serçeteyên DAIŞ’ê re bûne strageh. Li nêzî nuqteyên dagirkeriya Tirk li Idibê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî û Ebû Îbrahîm El Qureyşî hatin kuştin. Her wiha li van herêman bi dehan serçeteyên DAIŞ’ê hatin hedefgirtin.