Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide 2022-07-12 16:20:35   RIHA - Baroya Rihayê ku tu encam ji hewldanên hiqûqê yên têkildarî şûna cihê gora Seîdî Kurdî wernegirt, biryar girt ku dozê veguhezîne DMME’yê.    Serokatiya Baroya Rihayê têkildarî doza ji bo hînbûna cihê gora Seîdî Kurdî ango Seîdî Nursî vekiribû de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li avahiya Baroyê pêk hat. Gelek parêzerên endamên baroyê tev li civînê bûn. Ji parêzerên dosyeya dozê dişopîne Nurullah Kuçukoglu daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo cenazeye Kurdî yê windayî were dîtin serî li Walîtiya Rihayê dane û tevî serlêdana wan jî walîtiyê ji wan re ragihandiye ku derbarê agahî û belgeyên cenaze de tu agahî di destê wan de nîne.    Kuçukoglu da zanîn ku doza wan di sala 2019’an de li Dadgeha Rihayê bo dîtina cenaze vekiribûn, ji aliyê dadgehê ve serlêdana wan hatiye redkirin. Kuçukoglu anî ziman ku windakirin û nedîtina cenaze sûcê li cijî mirovahiyê ye û ew ê li dijî biryara Dadgeha Rihayê û Dadgeha Îstînafê ku serlêdana wan red kiriye dê dozê veguhezînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û dê doza xwe bişopînin.