Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm 2022-07-12 09:56:48   ÊLIH - Hevjînê Adîle Gurbuz a AKP’yî Metîn Gurbuz bêezmûn ket şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û wî anîn ser wezîfeya cîgiriya qeyûm.    Guhertinên kar û wezîfeyên nû yên li Şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li bajêr bûne cihê nîqaşê. Cîgirê qeyûm Alî Osman Bîlgîn ku navê wî li Êlihê bi bertîl û gendeliyê hatiye nasîn tayînî wî derket Osmaniyeyê. Metîn Gurbuz tayînî şûna vî kesî hat kirin û payebilindiya wî ya li şaredariyê balê dikişîne ser xwe. Metîn Gurbuz hevjîna Adîl Gurbuz a AKP’yî ye. Adîle Gurbuz serdemek Cîgira Serokê AKP’a Êlihê bû û di hilbijartinên 2015’an de jî bû bernamzeta AKP’ê. Metîn Gurbuz ê ku bêezmûn ket Şaredariya Êlihê û wî tayînî cîgiriya qeyûm kirin.    BÊEZMÛN KET ŞAREDARIYÊ WÎ KIRIN CÎGIRÊ QEYÛM    Metîn Gurbuz tîrmeha sala bihûrî kiribûn Midûrê Navenda Çandê yê Şaredariyê û ji wê wezîfeyê jî wî birin ser wezîfeya midûriyeta çapemeniya şaredariyê. Herî dawî jî Gurbuz tayînî cîgiriya qeyûm kirin. Ekrem Canalp ku nû tayînî walîtî hat kirin û wî bû qeyûmê şaredariyê, di meha hezîranê de Midûrê AFAD’a Êlihê Fevzî Bakir û Midûrê Çapameniyê yê Şaredariyê Metîn Gurbuz tayînî cîgirtiya xwe kir.    Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Midûriyeta Kirariya Agahî, Midûriytea Çand  û Civakî, Midûriyeta Karên Sporê, Midûriyeta Makîne Îkmal, Nihêrîn û Tamîrê, Midûriyeta Zabita, Midûriyeta Jinan û Xizmetên Malbatan, Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê wek qadên berpirsiyariya Metîn Gurbuz hatin diyarkirin.    ‘8 MIDÛRIYET XISTIN BIN KONTROLA GURBUZ’    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku ji wezîfeyê hat girtin têkildarî guhertinên li şaredariyê axivî û destnîşan kir ku Metîn Gurbuz bi awayek bêezmûn bi ser nivîsgeha taybet ve wî tayînî kadrotiya karmendiya dewletê kirine û wiha got: “Piştî wî tayînî şaredariyê kirin tavilê wî kirin midûrê çandê. Ev têrê nekir niha jî wî kirine cîgirê serokatiya şaredariyê. 8 midûriyetên şaredariyê xistine bin berpirsiyariya wî.”    HEWLDANA NIXIMANDINA GENDELIYÊ    Demîr anî ziman ku ji roja Cîgirê Qeyûm Alî Osman Bîlgîn ku Defterdarê Êlihê bû tayînî Osmaniyeyê kirine îdiayên bertîl û gendeliyê qet ji şaredariyê neqediya û wiha got: “Midûriyetên ku xistine bin kontrol Gurbuz gelo dixwazin gendeliyê hatine kirin ji holê rakin û biniximînin tîne bîra mirov.”    ÎDAYÊN DERBARÊ BÎLGÎN DE    Demîr da zanîn ku Alî Osman Bîlgîn çerxa bertîl û gendeliyê ava kiribû û wiha axivî: “Em bi daneyên şênber vê yekê dibêjin. Bertîl û gendeliyên wan bi jimartinê naqedin. Heke rojek bi edaletek rasteqîn lêpirsîn were destpêkirin, heke dozgerên komarê derkevin û meseleyê lêpirsîn bikin, bi belgeyan em hemû agahiyên destên xwe bidin wan. Em ê yek bi yek çiqas bertîl hatiye xwarin û gendelî hatiye kirin deynin holê. Heke lêpirsîn were destpêkirin wê her tişt bi awayên şênber eşkere bibe û şirîkatiya gendelî û bertîlê ya qeyûmê berê Hulusî Şahîn û Alî Osman Bîlgîn derkeve holê.”    MA / Fethî Balaman