Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin 2022-07-12 09:08:34 ŞIRNEX - Li Cizîrê li sûrên Birca Belek ku xwedî dîroka 6 hezar salan e bi bazaltê hate niximandin.  Li navçeya Cizîra Şirnexê sûrên Birca Belek a dîrokî bi rûkeşka bazalt tê girtin. Ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Wezaretê îhaleya restorasyonê dabû Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli. Şîrketa Zeydanli ku li Birca Belek xebatên restorasyonê dabûn dest pê kirin ji bîr kiribû ku birc cihekî dîrokî ye û bi kepçeyan dest bi karê kolanê kiribû. Me jî bi nûçeya xwe ya bi serenavê “Kepçe ketin birca belek” talana dîrokî ya hatiye kirin ji raya giştî re parve kiribû. Tevî hemû bertekên ji rayagiştî bilind bûn jî Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli ku kare wê nikare bê sekinandin, sûrên xwediyê dîroka 6 hezar salan e bi rûkêşka bazalt tên girtin. Di çarçoveya xebatên “restorasyonê” ku li Birca Belek berdewam dikin, sûrên dîrokî bi bazaltê hat niximandin.