Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin 2022-07-12 09:07:04   MEREŞ - Yek ji pêşengê Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De Ahmet Guden ku kesên piştî Komkujiya Mereşê koçber bûn daye destpêkirin wiha got: “Rêya pûçkirina komkujiyê, ji nû ve avakirina jiyanê ya li Mereşê ye.”   Ahmet Guden (57) ê li gundê Axtil yê navçeya Elbîstan a Mereşê dijî, ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî mecbûr ma ku di sala 1984’an de koç bike û li Stenbolê bi cih bû. Guden ê piştî 36 salan di sala 2019’an de vegeriya gundê xwe û bi çandinî û sewalkariyê ve mijûl dibe, li dijî pişaftina çand û ziman a li herêmê berdewam dike û polîtîkayên koçberkirin û qirkirinê bi gundiyên xwe ve “Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De” da destpêkirin. Di çarçoveya tevgerê de ewilî jinan darên fêkî danîn. Piştî ku tevgerê dest pê kir bi sedan kesên ji gundên girêdayî Elbîstanê vegeriyan ser gundên xwe darên fêkî danîn û dest bi sewalkariyê kirin. Heta niha di çarçoveya tevgerê de di 3 salan de 150 hezar darên fêkî hatine çandin.   Guden, sedem û armancên derketina tevgera ku pêşengtiya wê dike û gavên heta niha avêtine ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    BIRYARA VEGERÎNÊ   Guden, diyar kir ku ji ber zextên “siyasî û aborî” yên piştî darbeya eskerî ya sala 1980 pê re rûbirû man, di sala 1984’an de ji Mereşê bar kirine Stenbolê û wiha got: “Her çiqas ez çûbûm wê derê jî min her tim xwe li wê derê weke biyaniyekê dît. Kekekî min jî çûbû derveyî welat. Em her tim difikirîn ku ‘em ê kengî vegerin ser axa xwe ya em jê dayik bûne’. Me zaroktiya xwe ji bîr nekir, me her tim digot em ê rojekê vegerin. Me di sala 2019’an de ev yek pêk anî û biryara vegera gund wergirt. Dema em vegeriyan me got ‘em gundên xwe nekin goristan vegerînin qadên jiyanê’.    Gundên me hemû kavil kiribûn û hema bêje li herêmê mirov nehiştibûn. Erdnîgariyeke ku hilberîn lê hatibû sekinandin û mirov lê neyî bû. Me bi malbatî biryarek girt û dema em vegeriyan me ‘Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih Da’ da destpêkirin.”   DARA EWIL JINAN DANÎ   Guden, bi lêv kir ku di çarçoveya tevgerê de dara ewil jinan çand û wiha berdewam kir: “Dara ewil dayikeke me danî. Armanc ne tenê aborî bû, pirsgirêka em ê çawa vegerin ser axa ku em jê dayik bûne bû. Her tim tê gotin ku ‘me ji ber pirsgirêkên aboriyê koç kir’. Wê demê divê ewilî me bingeha aboriyê ya herêmê ava kiribûya. Me jî bi axê re peymanek çêkir. Roja ewil me 5 hezar dar danîn û niha jî hejmar kir 150 hezar. Gelek kes tev li dibin û her ku diçe mezin dibe.”   Guden, da zanîn ku di çarçoveya tevgerê de darên behîv û qeysiyan danîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha li vê herêmê berhemên weke genim û ceh dihatin hilberandin. Lê me li vê herêmê darên behîv û qeysiyan danîn. Lê kesên ku lavanta danîne jî hene. Em dixwazin salebe jî li vir hilberînin. Erdnîgariyeke dewlemend e, em dixwazin vê dewlemendiyê zêde bikin.”   KOMKUJIYA MEREŞÊ DI BÎRA WAN DE YE   Guden, bi bîr xist ku gelek elewiyên kurd bi komkujiyan re rûbirû man û wiha pê de çû: “Hema bêje Mereş ji elewiyên kurd xelas kirin. Yek ziman yek bawerî ferz kirin. Lê serneketin. Li vir elewiyên kurd jî hebûn. Li vê herêmê hewl dan demografiyê biguherînin. Komkujiya Mereşê ya di sala 1978’an de di bîra me de ye. Komkujiya Mereşê nîşan dide ku ev tevger çiqas girîng e. Di 3 salan de gelek kesan koç kirine vê derê û dest bi çandiniyê kirin.”   Guden, destnîşan kir ku polîtîkaya bêmirovkirina herêmê bi talana xwezayê berdewam dike û wiha domand: “Guhertina navên gundên me berdewam dike. Hewl didin welatiyên li herêmê dijîn bêbîr bihêlin. Rêya pûçkirina Komkujiya Mereşê, ji nû ve avakirina jiyanê ya li Mereşê ye. Em dikarin hevrûbûna pergalê ya bi Komkujiya Mereşê re li vir bimînin û ji nû ve avakirina jiyanê pêk bînin. “   JIYANEKE KOMUNAL   Guden, da zanîn ku wê tenê ne di asta aboriyê de wê di qada çand û ziman de jî pêvajoya avakirina jiyaneke ji nû ve bidin dest pê kirin û got: “Em dixwazin jiyaneke ekolojîk û komînal ava bikin. Em ê di pêvajoya pêşiya me de pêvajoya kooperatîfbûnê bidin dest pê kirin. Em dixwazin li Malên Cemê yên li vê erdnîgariyê pirtûkxaneyan ava bikin. Li Mereşê bazirganên mirovan zêde bûne, em ê vebêjin ku ev perojeyek e. Werin em bi hev re jiyaneke xweş ava bikin. Heke em bi axê re têkiliyeke baş pêş ve bibin em ê bikarin hemû pêdiviyên xwe pêk bînin.”   ‘BERÊ XWE BIDIN AXA XWE’   Guden, bi lêv kir ku tevgera avakirinê wê bi awayekî komunal berdewam bike û wiha axivî: “Ji roja ev tevger dest pê kir ve ji eşîreta Alkasan nêzî 100 kes vegeriyan gundên xwe û dest bi avakirina xaniyên xwe kirin. Têre nake ku mirov ji Ewropayê qala Mereşê û Elbîstanê bike. Divê demildest em ji nû ve û di cih de dest firehkirina avakirinê bikin. Çawa ku her dar li ser koka xwe dijî  divê her mirov jî li ser axa xwe bijî. Em her cure alikariyê didin kesên ku dixwazin vegerin ser axa xwe. Traktoreke me heye, dixwazim vê traktöre bidim malbateke ku vegere vir û tev li pêvajoya avakirinê bibe. Dikare bikarbîne û karê xwe pê bike. Em bi awayekî komunal vî karî bi rê ve bibin. Ji bo ku hûn li dijî pişaftinê bisekinin hûn li ku derê cîhanê bibin, bibin berê xwe bidin axa xwe. Em ê rojekê li ser vê axê jiyanê ji nû ve ava bikin.”   Guden, her kesî vexwend erkana cemê ku wê bi dirûşmeya “Weke dayika axê hilberînin, weke jinan parve bikin” di 14’li Ocaxa Sînemîllî ya li Taxa Kantarma ya Elbîstanê û Pazarcixê bi Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk were kirin, kirin.    MA / Emrûllah Acar