ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-12 09:00:09   * Yek ji pêşengê Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De Ahmet Guden ku kesên piştî Komkujiya Mereşê koçber bûn daye destpêkirin wiha got: “Rêya pûçkirina komkujiyê, ji nû ve avakirina jiyanê ya li Mereşê ye.”   * Endamê DÎB’ê Zekî Tombak destnîşan kir ku Tirkiye ji bo pirsgirêka kurd çareser neke her rêyê bikartîne û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîd bi dawî bibe û Abdûllah Ocalan bi awayekî azad biaxive.”   * Li Cizîrê li sûrên Birca Belek ku xwedî dîroka 6 hezar salan e bi bazaltê hate niximandin.    * Esmer Çikmaz a di dema qedexeyên derketina derve de du zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “binpêkirina mafê jiyanê nîne” ya ji bo jêrzemînên Cizîrê da û wiha got: “Ewilî gundên me şewitandin dû re jî zarokên me şewitandin û qetil kirin. Hişmendiya dewletê her tim eynî ye.”   * Azîz Tufan ê girtî ku çar roj ji berdana wî re mabû, ji ber lêferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye, berdana wî taloqî sê meh şûnve kirine.    * Hevjînê Adîle Gurbuz a AKP’yî Metîn Gurbuz bêezmûn ket Şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û wî anîn ser wezîfeya cîgiriya qeyûm.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 491'emîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, dê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê çalakiya xwe li dar bixin. (11.00) ZINDÎ