Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin 2022-07-11 19:32:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malan de girtin û pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin.     Hêzên çekdar ên PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malên welatparêz û pêşmergeyan de girtin û 4 kes binçav kirin.  Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî girtine, berê niha du rojan hêzeke taybet a girêdayî PDK’ê li gund û qezayên Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê dest bi operasyoneke siyasî kiriye.   Hate ragihandin di encama operasyona çekdarên PDK’ê de heta niha 4 kes li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê hatine binçavkirin.   Xelkê herêmê yên peywendî li gel Rojnewsê çêkirin jî, diyar kirin di nava kesên hatine binçavkirin de pêşmerge jî hene. Her wiha hate gotin, sedema binçavkirina van welatiyan ji ber nerazîbûna li dijî dagirkeriya tirk e.