DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike 2022-07-11 13:29:10 ENQERE - Daîreya Mezin a DMME’yê dê têkildarî girtina karsaz Osman Kavala yê girtî biryara xwe îro eşkere bike.    Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dê derbarê karsaz Osman Kavala yê ji cotmeha 2017’an ve girtî ye biryara di çarçoveya prosedura binpêkirina ku Komîteya Wezîran a Ewropayê di 2’yê sibatê de dabû destpêkirin, îro eşkere dike.    Daîreya Mezin a DMME’yê dê biryara xwe li avahiya Mafê Miroan a Strasbourgê ji raya giştî bi awayek vekirî eşkere bike.