Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve 2022-07-11 09:03:03 STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren destnîşan kir ku tahdeya li ser rojnamevanan zêde bûye û got: "Gel divê xwedî li demokrasiyê, azadiya fikr û ramanê û mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve."    Di Meşa Rûmetê ya LGBTQA+ ya 20'an de ku di 26'ê Hezîranê de li Stenbolê hat lidarxistin polîsan êriş birîbû ser meşvanan û di êrişê de herî kêm 300 kes hatibûn derbkirin û binçavkirin. Di meşê de gelk rojnamevan jî bi tahdeya polîsan re rû bi rû mabûn. Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Hanîfî Zengîn di dema meşê de êriş biribû ser rojnamevanan û ew taciz kiribûn.    Piştî vê êriş û tacizê jinan li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê giliyê Zengîn kiribû. Midûrê polîsan Zengîn li Konyayê di dema çalakiyên ji bo portestokirina kuştina bijîşk Emre Karakaya de tahde li kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan kiribû. Zengîn bi mirinê gef li nûçegihana ARTI TV'yê Meral Danyildizê xwaribû û tahde lê kiribû.    Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren êrişên li ser rojnamevanan û tahdeya polîsan nirxand.    NAYÊ XWESTIN HEQÎQET BÊ BIHÎSTIN   Eren destnîşan kir ku di demên dawî de tahdeya li ser rojnamevanan pir zêde bûye û got, du sedemên vê hene. Eren bilêv kir ku desthilat naxwaze heqîqet bigihê civakê û ji ber vê rojnamevan hedef tên girtin. Eren anî ziman ku Tirkiye amadekariyên hilbijartinê dike û got: "Qesr dixwaze tenê bi çapemeniya xwe be rbi hilbijartinê ve biçe."    ‘EM BI SANSUREKE GIRAN RE RÛ BI RÛ NE'   Eren li ser "qanûna sansurê" ku AKP-MHP jêr e dibêje "têkoşîna li dijî dezneformasyonê" jî sekinî. Eren destnîşan kir ku ev yek jî amadekariyeke ji bo hilbijartinê ye. Eren bibîr xist ku ev qanûn medyaya sanal û medyaya înternetê di xwe d edihewîne û got: "Em ji vê re dibêjin 'qanûna sansurê'. Rêxistinên rojnamevanan hemû dibêjin. Em ê bi sansureke girna re rû bi rû bimînin."    Eren diyar kir ku li qada nûçeyan jî tahde û êrişên li ser rojnamevaniyê û rojnameyan zêde bûne û got, pêşî li ber xebata rojnamevanan tê girtin û deshilat naxwaze civakê vê tahdeyê bibîne û ji bê vê jî pêşî li ber dîmengirtinê digire.    'ZILM'   Eren li ser sedemên êrişên desthilatê û polîsan ên li hemberî rojnamevanan jî sekinî û got: "Desthilat zilmê zêde dike. Her ku ew zilm dibe nûçe, desthilat nerihet dibe. Lê dest ji zilmê bernade. Desthilat piştî ku tenduristkar hedef girtin, tenduristka rpir bi tahdeyê re rû bi rû man. Desthilat naxwaze kes bertekê nîşan bide. Dixwaze her tişt li gor dilê wê be."    Eren diyar kir ku dê piştî Cejna Qurbanê giliyê midûrê polîsan Hanîfî Zengîn bikin ku li Stenbolê êriş biribû ser çalakvanan û rojnamevanan.    Eren di dawiyê de destnîşan kir ku divê ev nêvenga tahdeyê bi dawî bibe û got: "Ev meseleyeke demokrasiyê ye. Ne tiştekî ku tenê rojnamevan bikin. Em ê her tim nûçeyan çêbikin. Gel divê xwedî li demokrasiyê, azadiya fikr û ramanê û mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve. Em ê bi ser bikevin."    MA / Mehmet Aslan