HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide 2022-07-10 19:42:35 ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Elkê li zozanên li quntarê Kato yên navçeya Elkê cejna gel pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ku di bernameya cejnê de axivî, da zanîn ku Qeymeqamtiya Elkê hewl dide Mîhrîcana Berxbirê ku bi salane qedexe dike, ew bi xwe li dar bixe û got: “Gelê me wê bi sekneke pîroz bersiva wan bide.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elkê bi wesîleya Cejna Qurbanê li Zozanên Elkê cejna gel pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, endam û rêveberên HDP'a Şirnex, Silopiya, Cizîr, Qileban, Elkê, endamên Meclîsa Ciwanan a Elkê û gelek kes tev li bernameya pîrozbahiya cejnê bûn. Cejna gelê li Zozanên Mêrga Pîniya, Warkên Gelejêriya, Hafiroka, Çelekeliştî û Meydan Zengilê dimînin hate pîrozkirin. Rêveberên HDP’ê, jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Beşdarvanan di pîrozbahiyê de li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Ciwanan jî di pîrozbahiyê de, dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Bijî HDP” berz kirin. Di dema pîrozbahiyan de weke temsîlî hiriya mehekê jî hate birîn. Qismekî birîna hiriyê ji aliyê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ve hate kirin. Ji ber zomên ku cejna wan hate pîroz kirin ji hev dûr bûn, bername heta saetên êvarî dom kir.      Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ku di bernameyê de axivî, ewilî cejna gel pîroz kir û wiha got: “Polîtîkaya AKP’ê û MHP’ê bi salan e li ser dijminatiya vî gelê pîroz e. Dixwazin vî gelê pîroz û vîna wan ji partiya wan qût bikin. Çi polîtîkayên qirêj hebin xistin meriyetê lê îro dîsa me li vê qadê dît ku gelê me bi dil germî û bawerî li ser piya ye û li pişt vîna xwe ye.”   Kaçmaz bal kişand ser nûçeya ku rojnameya Yenî Akîtê derbarê mirina bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Halîs Yuzer de weşandî û wiha berdewam kir: “Weke hûn dizanin duh bavê hevseroka me Pervîn Bûldan jiyana xwe ji dest da. Çapemeniya wan a bi qirêj ew a bêehlaq derheqê mirina bavê hevseroka me de ezman dirêjî kir. Ji bo miriya jî hurmeta wan nemaye. Erê em dizanin hêj kurdên dijîn, kurdên li rûmeta xwe, li nirxên xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derdikevin nakin. Lê tu wextî ev bêexlakiye li dijî miriyên me, hatiye kirin me neditî bû. Me di desthilatiya AKP’ê û MHP’ê de ew jî dît.”   ‘WÊ EV GEL DAWIYA AKP’Ê Û MHP’Ê JÎ BÎNE’   Kaçmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê feqirtî her ku diçe kûrtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê qeyrana heyî polîtîyên şer yên AKP’ê û MHP’ê ne. Bi dehan salan e ev gel e jiyanek û aştiyek bi rûmet dixwaze. Çawa ku kesên destdirêjî li rûmeta vî gelî kirin, vî gelî bike, vî gelî bi têkoşîn û berxwedana xwe  ew têk birin, wê ev gel dawiya AKP’ê û MHP’ê jî bîne.”   Kaçmaz bal kişand ser xebatên Şaredariya AKP’î ya Elkê û wiha pê de çû: “Mixabin heta îro qasî serê derziyê karek ji vî gelî re nekiriye lê ji xwe û derdora xwe re xebitîne. Çavkaniyên şaredariyê ji bo xwe bikartînin.”   ‘GELÊ ME WÊ BI SEKNEKE PÎROZ BERSIVA WAN BIDE’   Kaçmaz da zanîn ku Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê ku bi salane qeymeqamtiya navçeyê qedexe kiriye, qeymeqemtî hewl dide îsal mîhrîcanê li dar bixe û got: “Çend roj din dixwazin bi destê pergalê bi destê AKP’ê mîhrîcaneke berxbirê li dar bixin û siyaseta xwe pê bikin. Lê em dizanin çawa ku heta îro gelê me li rûmet, çand û nasnameya xwe xwedî derketiye. Li dijî kesên erîşî çanda vî gelî dikin jî wê bersiveke herî xurt bidin wan. Ji bo ku gelê me bixapînin wisa nîşan didin ku weke dê vê mîhrîcanê ji gel re bikin. Heke dixwazin ji gel re xizmetê bikin bila kerem bikin ew sozên ji bo şaredariyê dayî pêk bînin. Lê em dizanin wê zext û zordariyê li gelê me bikin. Ji kesên tev li nebin re wê astengiyê derxînin. Lê gelê me wê bi sekneke pîroz bersiva wan bide.”   Kaçmaz herî dawî ji bo pêşwaziya gel spasiyên xwe peşkeş kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Îro em hatin vê derê ew dil germî, pêşwaziya samîmî, dilpakî, me di çavên we de dît. Ji ber wê mal û mezelên we ava. Em bi we serbilindin. Serkeftin hevalno.”   Bernameya pîrozbahiya cejnê bi xatirxwestina beşdarvanan a ji gel bi dawî bû.