Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye 2022-07-10 11:29:56 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz ê li Zapê hatiye kuştin di destê wan de ye.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin û ev êriş hêjta bênavber berdewam in. Artêşa tirk windahiyên xwe yên di şer de jî vedişere û bi awayekî veşartî ji çapemeniyê re girtî defin dike. Li gorî daxuyaniya HGP’ê ya li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di pevçûnên 7’ê tîrmehê yên li herêma Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Girê Amediyeyê 2 leşker hatin kuştin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku cenazeyê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz di destê wan de ye.    Daxuyaniya HPG’ê ya derheqê mijarê de wiha ye: “Zelal bû ku navê leşkerê di 7’ê tîrmeha 2022’yan de hatiye kuştin ku cenazeyê wî di destê hêzên me de ye Nacî Kaygisiz e. Xuya bû ku ev leşker endamê hêzên taybet ên artêşa tirk e û mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin. Weke ku me berê jî bi raya giştî re parve kiribû, yên ku van leşkeran ji bo sefera dagirkirkirina Kurdistanê dişînin, nikarin xwedî li cenazeyên leşkerên xwe jî derkevin.    BANG LI MALBATA KAYGISIZ KIRIN    Heke malbata leşkerê ku cenazeyê wî di destê me de bixwaze cenazeyê kurê xwe wergire, em dikarin bi rêya şandeyên sivîl jê re bişînin. Malbat dikare were navçeya Amediye ya navçeya Duhokê û bi rêya şandeyeke sivîlên ji herêmê bi me re bikeve nava pêwendiyan.”