Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê 2022-07-10 09:01:10 STENBOL - Parêzerên OHD'î yên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Karên Hundir dan diyar kirin ku cezayê disiplînê yê nû yê di 26'ê hezîranê de ji aliyê wezaretê ve li Ocalan hatiye birîn ji bo wan di wesfê bersivdayinê de ye û gotin: "Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê."   Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, tu xeberê ji Ocalan nagirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn û birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî herî dawî di 25'ê adara 2021'ê bi telefonê bi Ocalan re axivîbû. Ji wê rojê heta niha tu xeber ji Ocalan nehatine girtin û hemû serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên astengkirin. Ji ber ku xeber ji Ocalan nayê girtin, 775 parêzerên 29 baroyan li dijî qedexeya hevdîtina bi parêzeran di 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Wezaretê hê jî daxwaza parêzeran nebersivandiye.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Karên Navxweyî dane, tecrîdê û serlêdana ku ji bo hevdîtinê kirine nirxandin.   ‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ VEGUHERIYE ÇALEREŞÊ'   Hevserokê OHD a Şaxa Stenbolê Gûrkan Îsteklî ragihand ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê û OHD ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û hevdîtinê ji zû de ye hewl didin, lê rayedar serlêdanên wan bi awayekî erênî nabersivînin. Îsteklî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bi hiqûqê nayê ravekirin û ev hiqûqa tecrîdê bi temamî biryareke siyasî ye. Îsteklî geşedanên hiqûqî yên li Îmraliyê wekî "çalereşê" nirxandin û got: “Çawa ku çalereş hemû gerstêrkên gerdûnê dadiqurtîne, çalereşa li Îmraliyê jî hemû hewldanên hiqûqî yên li ser asasên mirovahî û ehlaqê dadiqurtîne. Êdî tu mantiqa ravekirina vê rewşa mirinê ya li Îmraliyê bi hiqûqê nemaye."   ‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN'   Îsteklî Meşa Gemlîkê ya ji bo Ocalan hat lidarxistin û tê de bi dehan kes bi tahdeya polîsan re man û hatin binçavkirin bibîr xist û israra desthilatê ya ji bo tecrîdê û sedema wê bi vî awayî rave kir: “Hikûmet naxwaze qala tecrîdê jî bê kirin. Bi gotineke din, hikûmetê nîqaşa li ser tecrîdê jî tecrîd kiriye. Pirskirina ji bo tenduristiya birêz Ocalan jî hema bibêje êdî bûye sûc. Di vî warî de fikarên cidî hene. Polîtîkaya tecrîdê bi konsepta şer a li dijî gelê kurd di Konseya Ewlehiya Neteweyî ya sala 2014’an de hat pêşxistin. Ji wê demê heta niha bi hezaran girtin, binçavkirin û mirin çêbûne. Polîtîkaya tecrîdê û şerê tecrîdê yên li ser birêz Ocalan tên meşandin kûr bûye û bandorê li civakê dike. Ev helwesta dewletê di asasê xwe de di şexsê birêz Ocalan de li ser tevahiya gelê kurd ku doza azadî û aştiyê dike tê pêkanîn. Tecrîd, di heman demê de peyameke ji bo şoreşger, demokrat û rewşenbîrên Kurdistan û Tirkiyeyê."    SERLÊDAN NAYÊN BERSIVANDIN   Bi domdarî Îsteklî li ser serlêdana 775 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî sekinî û destnîşan kir ku armanca sereke ya vê serlêdanê ew e ku tecrîd bibe rojev û bê şikandin. Îsteklî bibîr xist ku heta niha wezaretê bersiveke fermî nedaye û ji bo pêşî li ber daxwaza ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê girtin bi awayekî bêhiqûqî cardin cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn. Îsteklî  destnîşan kir ku serlêdana 775 parêzeran tê wateya teşhîrkirina tiştên li Îmraliyê diqewimin û got, ew parêzer ji bo şikandina tecrîdê dê xebatên xwe bidomînin.   BINPÊKIRIN   Endamê OHD'ê Tahîr Demîrcî jî bibîr xist ku heya wextekê hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re bi hincetên wekî "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" hatine astengkirin, lê niha ev polîtîka bi cezayên disiplînê yên "bêhiqûqî" tê domandin. Demîrcî anî ziman ku cezayên disiplînê yên li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve li Ocalan tên birîn derî hiqûqê ne û wiha domand: "Ger Ocalan bi cezayên disiplînê rû bi rû bimîne nexwe herî zêde pêdiviya wî bi parêzeran re heye. Lewma peywira parêzerên Ocalan ew e ku li hemberî cezayên disiplînê rabin û pêvajoyên piştî vê bişopînin. Anku Ocalan divê vê pêvajoyê tevî parêzerên xwe bi rê ve bibe. Ev pêkanîn rêbazeke nepêkanîna hiqûqê ye li Îmraliyê. Îro ro Ocalan nikare bi telefonê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek jî nîşan dide ku nepêwendîdanîneke mutleq heye. Ev tê wê wateyê ku azadiya ragihandinê ya kesê ku ji aliyê DMME'yê ve hatiye diyarkirin tê astengkirin. Ev yek delîla wê yekê ye ku li Îmraliyê binpêkirineke eşkere tê kirin.”   BÊHIQÛQÎTIYÊN LI ÎMRALIYÊ   Demîrcî diyar kir ku desthilata AKP'ê dixwaze Îmraliyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne û hevdîtina Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan bibîr xist ku AKP'ê ew di 21'ê hezîrana 2019'an de şandibû Îmraliyê. Demîrcî got: “Dema ku îktîdar bixwaze û behs berjewendiyên wê bin, guh li hiqûqê nake. Di pêvajoya çareseriyê de dewletê destûr dida ku heyet biçin Îmrlaiyê. Lewma divê em hiqûqnas îtiraz bikin. Ji lew re em dizanin di vê bêhiqûqîtiyê de nediyariyek heye û em nizanin dê dor bê kê. Geşedanên li Îmraliyê bûn sedema bêhiqûqîtiya li girtîgehan. Îro rewşa Îmraliyê jî dibe sedem ku biryarên DMME'yê esas neyên girtin. Me mînaka vê yekê di biryarên ji Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de dîtin."