ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN 2022-07-10 09:00:00     * Yek ji damezrînerên Yekîtiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Able Saadet ku beşdarî 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû got: "Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin."   * Parêzer Jiyan Tosûn bertek nîşanî rapora ATK'ê da ku ji bo girtiya nexweş Fatma Tokmakê gotiye "dikare di girtîgehê de bimîne" û got: "Divê saziya ATK'ê bê fesixkirin."    *  Parêzerên OHD'î yên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Karên Hundir dan diyar kirin ku cezayê dîsîplînê yê nû yê di 26'ê hezîranê de ji aliyê wezaretê ve li Ocalan hatiye birîn ji bo wan di wesfê bersivdayinê de ye û gotin: "Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê."   * Pêşniyaznameya têkildarî Topal Osman a Parlementera HDP'ê Remziye Tosûnê bi hinceta pirsa "Haya we ji polîtîkayên cihêkar û kolonyalîst ên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heye?" lê hat vegerandin. Her wiha ji bo vê jî wiha hatiye gotin: "Pirsa divê neyê pirsîn."    * Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî da zanîn ku îsal 600 xwendekar mezûn kirine û got, serlêdanên wan ên ji bo heyama nû dest pê kirine.   * Li Girtîgeha Îskenderûnê 22 girtî li dijî bicihkirina kamereyan derketibûn û ji bo her girtiyekî cezayê salekê yê girtîgehê hatibû birîn. Biryara bihincet a cezayê li girtîgehan hatiye birîn hat ragihandin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de berdewam dike.    * Di meha 81’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de dê li Gara Trenê ya Enqereyê merasîma bîranînê were lidarxistin. (10.00)   * Dê Partiya Pêşerojê, CHP û DEVA bi wesîleya Cejna Qurbanê biçin serdana HDP’ê. (10.15/10.40/13.30/15.30)   * Platforma Jinan a Edeneyê dê têkildarî girtina ji peywirê ya Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Buyruk, li Parka Heykelliyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Halîs Yuzer piştî merasîma li Mizgefta Mîraç a li Bahçelîeverê dê li Goristana Osmaniye ya Şaredariya Bajarê Mezin were definkirin. (17.00)