Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin 2022-07-09 15:17:23   ENQERE – Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re da zanîn ku di rapora tenduristiyê ya girtiyê nexweş Idrîs Başaran de tê gotin ku “divê li cihên binêm û biritûbat neyê ragirtin” lê Başaran sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin. Înîsiyatîfê xwest ku Başaran were berdan.    Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiyê li dar dixe. Înîsiyatîfê di hefteya 409’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û rewşa girtiyê nexweş Idrîs Başaran vegot.    Çevîrmen, da zanîn ku Başaran ev 29 sal in di girtîgehê de ye û wiha pê de çû: “Bêyî daxwaza wî ji Girtîgeha Tîpa H a Bursayê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê kirin. Rewşa girtiyên nexweş giran e û cihên wan tên guherandin. Her wiha dixwazin nêzî malbatên xwe bin lê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Bavê Başaran 5-6 meh berê jiyana xwe ji dest da û nehiştin biçe merasîma cenazeyê. Lê belê sewqî girtîgeheke din kirin. Nêzî 10 sal berê ji ber şert û mercên avhewayê nedikariya tedawî bibe lewma ji Çukurovayê sewqî Kirikkaleyê kirin. Li gorî rapora wî; ‘divê li deverên binêm û biritûbat’ neyê ragirtin. Tevî vê yekê jî mehek û nîv berê sewqî Antalyayê kirin.”   NEXWEŞIYÊN WÎ   Di berdewamê de Çevîrmen qala nexweşiyên Başaran kir û wiha derbirî: “Nexweşiyên Agirê Akdenîz ê Malbatî (FMH), epîlepsî, guatr, fitqa piştê û stû û nexweşiya mîde yên Başaran didomin. Her wiha li gorî endoskopiya 5 sal berê 9 caran hatiye kirin, divê testa Çolyakê were kirin û di sala 2012’an de nexweşxaneyekê gotiye ku divê emeliyata rûviyan bibe. Li ser vê yekê jî birin nexweşxaneyeke li Pendîk a Stenbolê. Lê belê di mijara tedawiya van nexweşiyan de encamek bi dest nexistin. Di sala 2012’an de krîza dil derbas kir û 3 caran anjiyo bû. Her wiha nexweşiyên astim û KOAH’ê re jî pê re hene.”    DIVÊ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ WERE KIRIN    Herî dawî jî Çevîrmen ev tişt anî ziman: “Divê ji bo kontrolê bibin nexweşxaneyê lê ev 3 sal in nebirine û ji bo hinek nexweşiyên din jî ev 5 sal in nebirine nexweşxaneyê. Başaran, li Antalyayê bi xeniqînê re rû bi rû ye. Di nava 29 salan de bêyî daxwaza wî sewqî 14 girtîgehan hate kirin. Divê her tim di bin kontrolê de be û li nexweşxaneyeke baş were dermankirin. Divê sewqî girtîgeheke nêzî malbata wî û ne bi nem were kirin. Her wiha divê Başaran were berdan.”