Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min 2022-07-09 12:56:37   RIHA - Emîne Şenyaşar roja ewil a Cejna Qurbanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir û wiha got: “Malbata min qetil kirin. Ev nêzî salek û nîve êdî pêşiya edliyeyê bûye mala min. Gelo Erdogan û hevjîna xwe Emîne jî van tişta nabînin?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike. Malbat, di serê sibehê ya roja ewil a Cejna Qurbanê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.      Ferît Şenyaşar, da zanîn ku Cejna Qurbanê li pêşiya edliyeyê derbas dikin û wiha got: “Îro ji bo misilmanan rojeke pîroz e. Malbat di vê rojê de qurbanên xwe serjê dikin û mêvanan dihewînin. Diçin malên zarok, nevî û mezinên xwe. Di şertên asayî de diçin destên dayik û bavên xwe maç dikin. Lê belê dayikek di roja ewil a Cejna Qurbanê de li pêşiya Edliyeya Rihayê ye. Haya hemû Tirkiyeyê ji komkujiyê heye. Hevjîn û 2 kurên vê dayikê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Kurekê wê jî bi saya hiqûqa serdestan ev 4 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Diviyabû dayikê zarokên xwe li mala xwe pêşwazî bikira lê mala dayikê xerab kirine. Dayik nikare li malê rûne lewma tê pêşiya edliyeyê. Neviyên wê yên êtîm îro hatin hatin destê dayikê maç kirin. Banga min ji bo kesên li dijî zilma li hatiye kirin bêdeng dimînin e;  bila nebêjin tiştekî were kirin nîne. Bana min li rayedarên ku edalet pêk ne anîne jî ew e ku îstîfa bikin.”    'YÊN ZILMÊ DIKIN DÊ WINDA BIKIN’    Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku ji dozger heta serdozger, ji wezîrê edaletê heta serokkomar tevek jî dizanin ku li dijî malbata wan komkujî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku kesên ev komkujî kirine alîgirên desthilatdariyê ne, tiştek bi wan nayê kirin. Fermana serdestan pêk tînin. Dozger bêbandor in. Sibe dusibe dê serokkomar û wekîlên wî bên Rihayê. Dê dayik van kesan pêşwazî bike. Gelo bersiveke wan a bo dayikê heye? Tekane daxwaza me ew e ku bi qanûnên heyî bikin. Heta kurê wê neyê berdan, dê dayik jî ji vê derê neçe. Yên ku vê zilmê dikin dê winda bikin.”    ‘BILA FADIL WERE BERDAN’   Dayika Emîne Şenyaşar jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Îro cejn e lê em li malê nînin. Min zarok û neviyên xwe berdan û hatin vê derê. Kurê min Fadil ev 5 sal in di hucreyê de tê ragirtin. Yên ku ev yek kirin çima nayên cezakirin? Qeydên kamerayan vedişêrin. Bila Fadil êdî were berdan. Malbata min qetil kirin. Malbat û neviyên min perîşe kirin. Ev salek û nîv e êdî mala min bûye pêşiya edliyeyê. Gelo ma Erdogan û hevjîna wê Emîne jî van tiştan nabînin?”    Welatiyên ji derveyî bajêr hatin û endamên Baskê Jinan a CHP’a Rihayê jî di roja ewil a cejnê de çûn serdana malbatê.