Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê 2022-07-09 12:55:50   COLEMÊRG - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu hat Geverê û çû serdana leşkerên li ser xeta sînor.    Êrişa Tirkiyeyê ya di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam e. Tirkiye tevî bikaranîna teknîkeke zêde û çekên kîmyewî jî, di operasyonê de tu pêşketinan bi dest naxe. Hat zanîn ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh bi şev ji bo moral bide leşkeran û rewşa şer bişopîne, hate Gever a Colemêrgê. Beriya hatina Soylu, li navçeyê tevdîrên ewlekariyê di asta herî jor de hatin girtin.    Soylu dîsa bi helîkopterên leşkerî çû serdana leşkerên li baregehên Reşko û Cîlo yên li herêma Oremarê. Ji 4’ê tîrmehê ve pevçûnên li herêmê dijwar bûne û hatina Soylu ya di demekî wiha de bal kişand. Hat zanîn ku Soylu têkildarî şerê li Başûr bi rayedarên leşkerî re hevdîtinan dike.