Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye! 2022-07-09 10:52:11   EDENE – Parêzer Mertap Sert da zanîn ku tu bingeheke hiqûqî ya girtinên di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de nîne û wiha got: “Hêzên ewlekariyê li derveyî exlaq û hiqûqa giştî tevdigerin û vê hêzê jî ji Wezîrê Karên Hundir digirin.”    Di 27’ê hezîranê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de girtin û 37 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 4 jê di 7’ê tîrmehê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di dosyayê de biryara “nepeniyê” hêj berdewam dike û di pêvajoya 10 rojên binçavkirinê de li her 37’an jî di bin navê “mulaqatê” de şahidî û sîxûrî hat ferzkirin. Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fundan Buyruk ku di çarçoveya dosyayê de hatibû binçavkirin, hem li ser şaredariyê û hem jî li ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hat hedefgirtin. Her wiha Mehmet Sarûhan di çarçoveya lêpirsîna girtinên kar û alîkariya şaredariyê ya bi komeleyê de hatibû girtin û hat îdiakirin ku Buyruk ji Sarûhan ferman girtiye.    HER XEBATA KOMELEYÊ WEKE SÛC HAT NÎŞANDAN!    Di dema serdegirtinên malan de hinek endamên malbatan rastî tundî û gefên polîsan hatin. Lêpirsîn, li ser guhdarîkirina derdorê û şopandina teknîk dihat meşandin û di vê çarçoveyê de xebatkarên saziyê, siyasetmedar û xebatkarên komeleyê weke hedef hatin nîşandan û hemû çalakî û xwepêşandanên wan weke sûc hatin destnîşankirin. Hat zanîn ku polîsan bi awayekî derqanûnî, li odeya xweveşêlandinê ku ji hêla rêveberiya komeleyê dihat bikaranîn, eywan û odeyeke din kamerayên veşarî bi cih kirine. Wêneyên kesên ketine komeleyê û derketine hatine kişandin, ji hêla teknîkî û fîzîkî ve hatine şopandin û bi vê yekê hewl dan sûcan biafirînin. Di heman demê de çalakî û xebatên li komeleyê jî di dosyayê de weke sûc hatin destnîşankirin.    Çalakiya bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li komeleyê hatiye lidarxistin û pîrozbahiyên di çarçoveya Newrozê de li taxên cuda hatine kirin, weke sûc di dosyayê de cih girtin.  Pereyê ku bi boneya konseran hatiye razandin jî bi rapora Lijneya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) weke delîla sûc hate nîşandan.    Xebatkarê komeleyê Îlyas Arzu ku hate girtin, li nezaretxaneyê rojekê tazî ma û bicihkirina kamereyan a li komeleyê protesto kir. Di çarçoveya lêpirsînê de Îlyas Arzu, Mehmet Sarûhan, Ayşe Irmak û Mûrat Gurbuz bi sedema daneyên dijîtal, guhdarîkirina derdorê û rapora MASAK’ê û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    HÊZA XWE JI WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DIGIRIN   Parêzer Mehtap Sert bertek nîşanî bicihkirina kamereyan a bi awayekî derhiqûqî da û wiha got: “Ji bo vê, xala 140’an a TCK’ê weke hincet nîşan dane. Lê ji bo ku di çarçoveya vê xalê de tiştekî wisa bikin, divê yan divê sûcek hebe yan jî amadekariya sûc hebe. Wezîrê karên hundir bi rojane hewl dide krîmînalîze bike. Lê tişta ku weke sûc tê nîşandan, pîrozbahiyên Newroz û Cejna Ziman e. Tu aliyê hiqûqî ya bicihkirina kamerayan a li cihê xweveşêlandina jinan nîne. Hêzên ewlekariyê derveyî exlaq û hiqûqa giştî tevdigerin û vê hêzê jî wezîrê karên hundir digirin. Di axaftinên guhdarîkirina derdorê de jî axaftineke ku bibe sûc tune ye. Yên hatine girtin, hunermend in. Pereyê konserê weke sûc hatiye nîşandan. Di dosyayê de şahidekî hatiye guhdarîkirin tune ye.”    LÊPIRSÎNEKE DERHIQÛQÎ   Sert, herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Şopandina teknîkî û bicihkirina kamerayan bi biryara dadgeriyê kirine lê pir vekiriye ku biryara şopandina teknîkî derveyî qanûnan e.  Ji bo ku şopandina teknîkî were kirin; divê tu rêyên din nemînin, derfeta berhevkirina delîlan nemîne, delîlên şênber ên sûc hebin û mafê jiyana şexsî û malbatî were parastin.  Erê rast e li ser dosyayê biryara nepeniyê heye lê xuyaye ku bêyî ku delîlên şênber ên sûc hatibin peydakirin, biryara şopandina teknîkî hatiye dayîn. Endam û rêveberên komeleyê û welatiyên din her tim di bin çavdêriyê de girtine, hemû dîmen û qeydên deng di dosyayê de hatine bicihkirin, dîmen û dengên ne girêdayî sûc lê girêdayî jiyana taybet di dosyayê de hatine bicihkirin. Bi vê yekê re jî mafê jiyana taybet a şexs û malbatan hatiye binpêkirin. Ev yek, derveyî hiqûqê ye.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen