Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand 2022-07-09 09:58:24   AMED - Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier di merasîmê de axivî û wiha got: “Tu carî serê xwe li hemberî wan netewand.”    Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê Amedê Vedat Aydin di 5’ê tîrmeha sala 1991’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hate revandin û cenazeyê wî 2 roj piştre li navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê jî bi boneya 31’emîn salvegera qetilkirina Aydin, li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de malbata Aydin, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier û Dêrsim Dag, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) amade bûn.      Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan, anî ziman ku zilm û bêedaletiya li vê erdnîgariyê hêj didome û wiha got: “Bila Vedat Aydin û hevalên wî bi dilrehetî razên. Ev mîras, bi milyonan kesan didome. Heta ku em aştî û azadiyê tînin jî dê li cihê xwe rûnenin. Em ê aştiyeke birûmet bînin û li ser gorên wan jê re diyarî bikin.”   'AYDIN TU CARÎ SERÊ XWE NETEWAND’   Parlamenter Îmam Taşçier jî destnîşan kir ku piştî qetilkirina Aydin, 17 hezar cînayetên kiryarnediyar hatine kirin û wiha domand: “4 milyon kurd ji cih û warên xwe bûn. Min Vedat Aydin di sala 1975'an de nas kir. Kesekî merd û egîd bû. Di dema faşîzma Kenan Evren de jî 5 salan di girtîgehê de ma. Li dijî dijmin tu carî bejna xwe netewand. Tu carî serê xwe netewand. Lewma hate qetilkirin. Em Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dê Kurdistan azad bibe. Ev jî soza me ye.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ’    Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî di merasîmê de ev tişt anî ziman: “Şehîdên me, rûmeta me ne. Her tim di dilê gelê me de dijîn. Pêşiya gel vekirin. Ji bo rêya xwe canê xwe feda kirin. Ne tenê Vedat Aydin, hemû kesên ji bo gelê kurd têdikoşiyan bûne hedefa dewletê. Pirsgirêka kurd êdî bû pirsgirêkeke navneteweyî. Ev pirsgirêk divê bi rêya hevdîtin û guftûgoyê çareser bibe. Me bi hezaran şehîd dan û heta serkeftinê jî dê têbikoşin. Ez hemû şehîdên di vê oxirê de canê xwe dane bi bîr tînim.Divê kurd xwe birêxistin bikikn û mezintir bibin.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Aydin û merasîm bi dawî bû.