Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû 2022-07-09 09:05:26   STENBOL - Rojnameger Kurdo Baksî diyar kir ku Tirkiye tiştek bi dest nexistiye û Swêd û Fînlandiyayê jî di civîna NATO'yê de îmze danîne bin "peymana niyetê" û got: "Civîna li Madrîdê têk çû."   Di civîna NATO'yê de ku li Madrîdê paytexta Spanyayê hat lidarxistin, di navbera Fînlandiya, Swêd û Tirkiyeyê da peymana lihevkirinê hat îmzekirin. Bi vê encamê re rê li ber Swêd û Fînlandiyayê vebû ku daxilî nava NATO'yê bibin. Encamên vê peymanê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ew wekî "serkeftina dîplomatîk" ragihandibû ji aliyê raya giştî ya navxweyî hê jî tên nîqaşkirin.    Rojnameger Kurdo Baksî ku li Swêdê dimîne û civîna NATO'yê şopand, peymana navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê, daxwazên Tirkiyeyê û daxuyaniyên welatên din ên piştî peymanê nirxandin.   Baksî bilêv kir ku NATO ji sala 2008'an ve li herêmên Komara Soveyetê ya berê polîtîkayeke berfirehbûnê esas digire û ji ber vê di salên dawî de bi mudaxileyên NATO'yê yên li ser van herêman re şer rû didin. Baksî diyar kir ku li hemberî van hewldanên firehkirinê yên NATO'yê jî Rûsya hewldanên xwe yên "dagirkirinê" yên li Gurscistan, Qazaxîstan û Ûkraynayê bênavber didomîne û got, Rûsya ji ber ku ji NATO'yê ditirse serî li van pêngavan dide. Her wiha Baksî destnîşan kir ku NATO heman polîtîkayê li Rojhilata Navîn jî didomîne û got, bi vî polîtîkaya xwe ne ku welatan dike endamê NATO'yê, hêzên li gor polîtîkaya wê tevdigerin piştgiriya wan dike.    DÎROKA SIYASETA TIRK: DIJBERIYA LI HEMBERÎ KURDAN   Bi domdarî Baksî anî ziman ku Tirkiye ji destpêkê ve di têkiliyên xwe yên bi NATO û Rûsyayê de hewl dide polîtîkayên keysparêz pêk bîne û got, helwesta Tirkiyeyê ya dawî ya li hemberî guftûgoya ji bo endamtiya NATO'yê ya Fînlandiya û Swêdê jî heman polîtîka pêk aniye. Baksî ji bo helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Fînlandiya û Swêdê ev tişt gotin: "Tirkiye di seranserê dîrokê de nakokiyên di navbera Rûsya û NATO'yê de bi kar aniye û polîtîkayên dijberî kurdan esas girtiye. Ji bo vê jî li hemberî gelê kurd her cure xerabî kiriye. Ev şêwaza siyasetê ji dema Adnan Menderes heta Erdogan dewam kiriye. Armanca wan jî pêşîlêgirtina Kurdistaneke serbixwe bû. Tirkiyeyê li hemberî Swêd û Fînlandiyayê cardin kurdan bi kar anî û ew reş kirin. Lê Tirkiye bi vê hewldanê tiştek bi dest nexist.”   ‘PEYMANA NIYETÊ'   Di berdewamê de Baksî diyar kir ku ya li Madrîdê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de hatiye îmzekirin "peymaneke niyetê" ye û wiha pê de çû: "Helbet piştî vê peymanê dibe ku hin guherîn jî çêbibin. Ger Swêd û Fînlandiya di nava 8 mehan de daxwazên Tirkiyeyê pêk neynin dê endamtiya wan pêk nayê. Helbet heta dê Tirkiye di vê pêvajoyê de gelek tiştan bike. Sedema ku ez dibêjim 8 meh ew e ku welatên endamên NATO'yê dê di vê demê de biryara endamtiya Fînlandiya û Swêdê bidin."   ‘ÎTIBARA ERDOGAN NEMA'   Baksî li ser naveroka polîtîkayên "şantajê" yên Tirkiyeyê jî sekinî û got, şertên Erdogan ên diî kurdan bi temamî di wesfên ferzkirinê de ne û ev nirxandin kir: "Tirkiye bi vê ferzkirinê xwest YPG û PKK’ê wekî ‘terorîst’ îlan bike, lê bi ser neket. Tenê di tiştekî de bi ser ket; ew jî ji bo xebata bi hev re ya îstîxbarata Swêdê û Tirkiyeyê hêsan bibe û lêkolînên kûrtir yên li ser kesên ku Tirkiye dixwaze Swêd wan radestî wê bike. Ev daxwazên radestkirinê kurdan nerihet kir. Dema ku Erdogan roja pêncşema borî di Civîna Çapemeniya Navdewletî de ragihand ku ew daxwaza 73 kesan dikin, îtîbara Erdogan têk çû. Yanî Wezîrê Dadê daxwaza 33 kesan dikir, lê Erdogan got ew '73 dixwazin'. Ev yek îtibara Erdogan nehişt. Hûn dikarin li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê vê siyasetê bikin û nîqaş bikin, lê hûn nikarin tiştekî wiha li qada navneteweyî bibêjin û bikin."   ‘ERDOGAN ESAS NAYÊ GIRTIN'   Rojnameger Baksî bibîr xist ku Swêd û Fînlandiya dest ji polîtîkaya xwe ya serbixwe ya bi salan a li hemberî bloka Rojava û Rojhilatê berdane û lihevkirina wê ya bi Tirkiyeyê re wekî helwesteke li hemberî "dagirkeriya" rûs nirxand. Baksî, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Di seranserê dîrokê de eyan e ku Swêd û Fînlandiya ji Rûsyayê pir ditirsiyane. Jixwe şerê dawî yê van her du welatan jî bi Rûsyayê re bû. Piştî êrişa li ser Ukraynayê Swêd û Fînlandiyayê jî gotin, 'Êdî em jî di bin xeteriyê de ne. Êdî tu wateyeke siyaseta serbixwe nemaye.' Tirseke wiha derûnî li wan peyda bû. Her çend Swêd bi salan siyasetek bi serbixwe meşandibe jî, lê mirov nikare vî tiştî ji bo Fînlandiyayê bibêje. Ji ber ku Fînlandiya her tim weke parêzgeheke serbixwe ya Rûsyayê tevgeriyaye. Fînlandiya ji destpêkê ve tu carî nebûye welatekî serbixwe. Piştî endametiya Yekîtiya Ewropayê, êdî Fînlandiya hêdî hêdî guh li Moskovayê nekir. Bi kurtasî Fînlandiya niha dixwaze ji Rûsyayê xelas bibe. Niha ev her du welat dibêjin, 'Tişt nabe, em hinekî guh li Erdogan bikin, jixwe paşê em ê bi ya xwe bikin. Jixwe kes wî esas nagire.'"   ‘CIVÎNA MADRÎDÊ TÊK ÇÛ'   Baksî diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê li holê tu serketinek tune ye û got: "A rast Swêd, Fînlandiya û Tirkiye bi vê peymana 'niyetê' têk çûn. Ji ber ku piştî vê peymanê ew çekên ku Tirkiyeyê ji Biden xwestibûn nehatin dayîn. Jixwe Biden di daxûyaniya xwe de bi gotina “Ne ez, divê kongre erê bike' tiştek neda Tirkiyeyê. Yanî Tirkiye tiştek bi dest nexist. Li aliyê din jî Swêd û Fînlandiyayê ji ber ku dest ji helwesta xwe ya di warê azadiya fikr û ramanê de berdan, têk çûn. Bi kurtasî, civîna Madrîd têk çû. Her wiha ez ne bawerim Tikriye ew kesên ku doza wan dike radest bigire jî."    KAMPANYAYA ÎMZEYAN   Baksî da zanîn ku li hemberî daxwaza radestkirina hin kesan li Swêdê kampanyayeke îmzeyê dane destpêkirin û got, divê hemû kurdên dîasporayê li hemberî van daxwazên Tirkiyeyê bixebitin. Baksî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li dijî van daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo radestkirina kesan xwedî helwesteke zelal bin. Ez naxwazim zêde behsa naveroka kampanyayê bikim, lê divê dostên kurdan ên li Swêd û Fînlandiyayê zextê li hikûmetên xwe bikin. Kesên li vir divê ji bo vê yekê bi berprisiyarî tevbigerin."    MA/ Ergîn Çaglar