Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin 2022-07-09 09:01:18   EDENE - Der barê O.Y. de ku êriş biribû ser Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Çûkûrovayê û gotibû "Ez ji ber bûyerên teror û şehadetê xemgîn bûm", bi îdîaya "Zerar daye mal" doz hat vekirin.   Di 20’ê nîsanê de li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeyê êrîşek pêk hatibû. Li ser derabeyê deriyê avahiyê şikilê heyvekê û stêrkekê hatibû xêzkirin û "HDP DÊ BÊ GIRTIN, LO KIRO, TE ÇI ZÛ EZ JI BÎR KIRIM, KÛÇIK" hatibû nivîsandin. Her wiha alayên partiyê jî hatibûn çirandin û şewitandin. Roja êrişê têkildarî bûyerê notirvanan zarokê bi navê O.Y. binçav kiribûn. O.Y. sewqî dadgehê hatibû kirin û paşê hatibû berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, derheqê O.Y. de îdianame amade kir. Di îdianameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê ve hatiye qebûlkirin, O.Y sûcê "zerar daye mal û milk" hatiye tawanbarkirin.    PARASTINA 'EZ XEMGÎN BÛM, MIN ÊRIŞ KIR'   Di îdianameyê de îfadeyên O.Y. yên li bara pedagog hatin girtin hene. O.Y. xwe bi vî awayî parastiye: "Ez xortekî ku ji welatê xwe û gelê xwe hez dikim. Ji ber bûyerên terorê yên vê dawiyê û yên berê û şehadeta eskerên me ez gelekî xemgîn bûm. Ji ber vê xemgîniya xwe min rahişt boyaxa spreyê û ez çûm ber Serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çûkûrovayê û min bi spreyê li ser derabeyê derî û dîwarê wê alaya tirk xêz kir. Min nivîsand, dê HDP bê girtin. Piştre min alayên partiyê yên li wir şewitandin. Gava ez ji wir diçûm notirvanan ez girtim. Ji ber ku ez li ber bûyerên terorê yên li welatê me diqewimin û şehadeta eskeran dikevim min çalakiyek wiha li dar xist."    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku O.Y. di warê hiqûqî de bîra wateya sûcê kiriye û encamên wê dibe. Di îdianameyê de hat xwestin ku O.Y. bi sûcê navborî bê darizandin.    Danişîna ewil a dozê dê di 29'ê îlonê de bê lidarxistin.   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen