Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin 2022-07-08 18:36:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Yaser Ornekê ku li Almanyayê hat binçavkirin bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin.    Yaser Ornek ê 27 salî ku 4 sal berê ji ber çewisandinên siyasî ji Tirkiyeyê çûye Swêdê, gava ji bo serdanekê çûye bajarê Munîhê yê Almanyayê li herêma Bernaûyê hatiye binçavkirin. Ornek 6 roj in di binçavan de ye û Tirkiye daxwaza kiriye ku Ornek radestî wê bê kirin.    Hat hînbûn ku Ornek dê roja sêşemê bişînin Girtîgeha Munîhê.    Hevalê wî Dûrmaz Yahîşî ragihand ku gava di wesayîtê de bûne li otobanê polîsên sivîl ew dane sekinandin û ji paş de destê wan kelemçe kirine û bi saetan bi vî awayî hatine sekinandin. Yahîşî ji bo Ornek radestî Tirkiyeyê neyê kirin bang li raya gişt kir.    Ornek gava xwendekarê Zanîngeha Çûkûrovayê bûye ji ber tev li çalakiyên demokratîk bûye hatiye girtin û piştî 3 mehan hatiye berdan. Lê piştî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza lê hatiye birîn di sala 2018'an de çûye Swêdê û li wir mafê mayînê bi dest xistiye.