Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye 2022-07-08 14:33:51   MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî pêvajoya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hişyarî da muxalefetê û wiha got: “Erêkirina parêzbendiyê tê wateya erêkirina îşkenceyê.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi mebesta protestokirina rapora ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ji hêla Komîsyona Amadekar a Meclisê ve hatiye amadekirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayîn û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî tev li bû. Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Di daxuyaniypê de Hevserokê DBP’a Mêrdînê Veysî Parilti diyar kir ku desthilatdarî li hemberî îradeya Meşa Gemlîkê li dar xistî de mat bûye. Parilti, got ku Aydenîz bertek nîşanî tundiya polîsan da û piştre hedef hatiye nîşandan. Her wiha Partilti daxuyaniyên desthilatdarî û muxalefetê şermezar kir û got ku êrişa li dijî parlamenteran, êrişeke li dijî vîna Meclisê ye.    HEWLDANA DARBEYÊ   Parlamenter Ebrû Gunay jî anî ziman ku di Meşa Gemlîkê de rastî gelek astengiyan hatin û wiha got: “Ji wê girîngtir ew bû ku polîsan li naverasta kolanê îşkence kirin û li pêş kamerayan tundî kirin. Ji wê rojê ve em pêvajoya rakirina parêzbendiya hevala me Saliha Aydenîz dişopînin. Desthilatdariyê ferman da û weke hedef nîşanî darazê da. Di esasê xwe de li dijî vîna Amedê êrişeke taybet û hewldaneke darbeyê ya taybet heye. Ya herî girîng jî ew e ku polîtîkaya tolhildanê tê meşandin.”    ‘DARBEYA SIYASÎ’   Gunay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erêkirina rakirina parêzbendiya Aydenîz, di heman demê de tê wateya erêkirina îşkenceya polîsan a li nava kolanan. Yên ku îro dengê erê bi kar tînin, di heman demê de îşkenceya polîsan a li kolanan, cînayetên jinan, neparastina kedkarên tenduristiyê hwd. jî erê dikin. Erêkirina vê tundiyê, hewldana darbeyeke siyasî ye. Desthilatdarî xwe bi rêya darbeyan ser pêyan digire. Lê belê divê baş bizanin ku vîna gel, têkoşîna hevpar a gelan û daxwazên wan ên azadî û demokrasiyê ji darbeyên wan mezintir in. Dê desthilatdarî û faşîzma AKP-MHP’ê nekare xwe li hemberî vîna hevpar a gelan û îradeya wan a azadiyê bigire. Serkeftin teqez a me ye. Divê hûn tu carî ji bîr nekin ku Saliha Aydenîz vîna jinan e, vîna Amedê ye, vîna gelê kurd û bi milyonan dostên wan e. Kesek nikare destê xwe nêzî îradeya wê bike.”