Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn 2022-07-08 14:04:16   STENBOL - Qûrbaniyên di komkujiya Engereyê û Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hatin bibîranîn.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji 33 qûrbaniyên di êrişa DAIŞ’ê ya xwekuj ku li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk anîbû de jiyana xwe ji dest dabûn, Polen Unlu, Şennûr Unlu û Hatîce Ezgî Sadet û yên di qetlîama Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn di salvegera wan a 7’emîn de bi wesîleya cejnê li Goristana Ihlamûrkûyû ya li Umraniyeyê bi bîr anî.    Bavê Polen Unlu, hevjînê Şennûr Unlu Şemsettîn Unlu, Xwîşka Hatîce Ezgî Sadet, Ozgen Sadet ên ku hatibûn qetilkirin û Ûgûr Ok û Koray Turkay ên ku li Pirsûsê birîndar bûbûn, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Federasyona Komeleyên Sosyalîst ên Ciwanan (SGDF), Platforma Dengê Nemir û Dîlgirtiyan, Komelaya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Wenda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û gelek endamên rêxistinên sivîl tev li merasîma bîranînê bûn.    Malbatên ku piştî rêzgirtinê dest bi axaftina xwe kirine destnîşan kirin ku ew ê li têkoşîna zarokên xwe  xwedî derdikevin.