Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne 2022-07-08 13:56:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Partiya Guherîn û Ronasansê ya Sûriyeyê Mistefa Qelacî diyar kir ku ew bi erênî nêzî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmetê Şamê dibin û da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne.    Sekreterê Giştî yê Partiya Guherîn û Ronasansê ya Sûriyeyê Mistefa Qelacî  têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Qelacî, diyar kir ku Tirkiye ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha her tim destwerdana xaka wan dike û wiha got: “Ev destwerdan carnan bi awayê piştgiriya bi çeteyan çêbû.”   Mistefa Qelacî anî ziman ku Tirkiye hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û wiha domand: “Ev hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk tiştekî nû nîne. Di vê çarçoveyê de li Sûriyeyê her cureyên pêkanînên dermirovî kirin. Serokkomarê tirk û qala adgirkirina Til Rifat û Minbicê dike. Tirkiye dixwaze xaka Sûriyeyê tev li xaka xwe bike. Her tim qala xeteke biewle ya sînor dikin. Lê belê mebesta wan ew e ku projeya Mîsak-i Mîllî pêk bînin ku Helebê jî weke bajarekî xwe dibînin. Siyaseta dewleta tirk, li ser bingeha parçekirina Sûriyeyê ye.”    ‘ERDOGAN LI GORÎ DAXWAZA HÊZÊN NAVDEWLETÎ PÊK BÎNE’   Bi domdarî Qelacî ev tişt anî ziman: “Mixabin ku Erdogan daxwazên civaka navdewletî pêk tîne. Bêyî Rûsya, Îran û DYA’yê, dewleta tirk nikare li Sûriyeyê yek gavê biavêje. Lê ji ber ku berjewendiyên bi dewleta tirk re hene, destûra êrişê didin. Hewl didin serweriya xwe li seranserî herêmê bikin ku weke parçeyeke Împaratoriya Osmaniyan dibînin. Lewma lihevkirina ji bo parastina sînor a di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de girîng e. Diviyabû ev yek ji destpêkê ve çêbûbûya. Ji ber ku tevahiya Sûriyeyê rastî êrişê tê û parastina wê jî berpirsyariya hemû kesî ye.”