Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin 2022-07-08 13:41:52   EDENE - Di çarçoveya lêpirsîna derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de li Edeneyê 37 kes hatibûn binçavkirin û ji van 20 jê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Dozgeriyê ji ber berdana wan îtîraz kir lê dadgehê ev îtîraz red kir.    Di 27’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerriya Komarê ya Edeneyê ya derheqê Komeleya Çand û hunerê ya Binevşê de 37 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 4 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 20 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Dozgeriyê derheqê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo girtina 20 kesên hatine berdan, serî li 14’emîn Dadgeha Cezayên Kargerî da. Lê belê daxwaza dozgeriyê hate redkirin.