Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir 2022-07-08 11:58:02   AMED - Parêzerê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî li dijî biryara berdewama girtina miwekîlê xwe îtîraz kir.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê extiyar û rewşa wî xedar e bi îdiaya ku fermandarê leşkeriyê Bahtiyar Adyin di sala 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê kuştiye, 26 sal in girtî ye. Ozkan ji nû ve dîsa tê darizandin. Di çarçoveya vê darizandina ji nû ve danişîna 27’emîn a doza Ozkan di 30’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Edeneyê hat lidarxistin. Dadgehê bi piraniya dengan biryara ku Ozkan girtî were darizandin da. Parêzerê Ozkan, Serdar Çelebî li dijî vê biryara dadgehê îtîraz kir.    Çelebî di daxwaznameya xwe de bal kişand ser pêvajoya girtina Ozkan û darizandina wî ya ji nû ve û dadgehê ji ber Doza Licê ku li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin, biryara dewama girtina miwekîlê wî daye. Çelebî di daxwaznameyê de gotiye ne rast e ku Ozkan li benda doza Licê bê sekinandin. Çelebî di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de destnîşan kir ku divê bêhiqûqiya di girtina miwekîlê wî de bê tespîtkirin. Çelebî di daxwaznameyê de aniye ziman ku divê tavilê cezayê miwekîlê wî bê taloqkirin û bê berdan. Çelebî daye zanîn ku sûcê ku dixin stûyê miwekîlê wî ji aliyê rêxistnek dijhiqûqî ya dewletê ve hatiye kirin û piştî ev hatiye tespîtkirin ji nû ve pêşî li ber darizandina miwekîlê wî hatiye vekirin. Çelebî xwestiye ku biryara neberadna miwekîlê wî bila bê betalkirin û tavilê were berdan.