Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye 2022-07-08 10:30:31   ŞIRNEX - Guler Tunç a ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hevjîn û tiyê wê hatin kuştin, bal kişand ser biryara AYM’ê ya ji bo binpêkirina mafê jiyanê û got: “Biryar parçeyek qetlîamê ye. Birînên me dîsa der bûn. Vê biryarê hêrsa me rakir.”    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) duh serlêdana ji bo qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û binpêkirina mafê jiyanê ya kesên hatibûn qetilkirin biryar da. AYM’ê ji bo qurbaniyên li Cizîrê biryara mafê jiyanê nehatiye binpêkirin da û serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît.  TIŞTÊN DI WÊ DEMÊ DE QEWIMÎN    Guler Tunç a ku di qedexeya derketina derve de hevjînê wê Orhan Tunç û tiye wê Mehmet Tunç di jêrzemînan de asê man û hatin kuştin, biryara AYM’ê nirxand.    Tunç bi bîr xist ku di qedexeyên heyama 2015-2016’an de hatin ragihandin 288 kesan jiyana xwe ji desat da û got: “Di wê heyamê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Mirov li hundirên malê xwe, li ser nimêjê ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Di wê pêvajoyê de 3 jêrzemînên ku hovîtî lê qewimî hebûn. Di van jêrzemînan de Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Berjîn Demîrkaya, Mehmet Yavûzel jî di nav de 177 kes hatin qetilkirin.”    Guler Tunç da zanîn ku li Cizîrê mirovahî hatiye qetilkirin û cenaze bi rojan li kolanan mane û wiha axivî: “Beriya hovîtiya li jêrzemînan pêk were, ji bo Orhan Tunç min û bavê wî bi hev re serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Me xwest ji bo ku mirovîn sivîl dikaribin derkevin, vekirina korîdorekê daxwaz kir. Lê belê ne Waliyê Şirnexê, ne Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, ne jî Serokwezîrê wê deme Ahmet Davutoglu bersiv nedan daxwazên me. DMME’yê jî bersiv neda daxwaza me. Di demek ku wê qedexe bi dawî bibûya bersiva daxwaza me hat. Ji bo ku birîndar werin derxistin hat gotin ku wê koridor vebibe. Di korîdora hat vekirin de kes nikaribû derbas bûya. Çimkî êriş li ser sivîlan hebû.”    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA AYM’Ê DA    Tunç destnîşan kir ku wan ji bo mirinên qewimîne serî li DMME’yê dane, li DMME’yê di sala 2018’an de danişîn hatin kirin û piştî lêpirsîna li ser 35 serlêdanan bi hêceta “rêyên hiqûqa navxweyî nehatiye qedandin” red kir. Tunç anî ziman ku biryara AYM’ê da nîşaneya nebûna edaleta li welat e û wiha got: “Jixwe AYM girêdayî AKP-MHP’ê ye. Heke ne girêdayî AKP-MHP’ê bûya, wê ji bo qetlîamên Roboskî, Pirsûs, Cizîrê biryarên li gorî hiqûqê bida. Divê AYM’ê qanûnan li ber çavan bigirta, lê mixabin tiştek wiha li Tirkiyeyê nîne. Yên ku îro hiqûqê bi rê ve dibin, AKP-MHP ye. Biryarên ku ji AYM’ê tên dayîn beriya wê ev biryar ji aliyê Erdogan û Devlet Bahçelî ve tên diyarkirin. AYM ne serbixwe ye. Heke serixwe bûya wê vê biryarê nedaba. Ji ber girêdayî AKP-MHP’ê ye qetlîaman red dike. Me vê di Doza Roboskî de jî dît. Gotin, ‘bi şaşîtî çêbûye’. Em ê rojek bibînin ku wê ji bo Cizîrê jî bejin, ‘me bi xeletî kiriye’.”    ‘BIRYARA AYM’Ê PARÇEYEK QETLÎAMÊ YE’    Tunç destnîşan kir ku wan berê jî serî li AYM’ê dane û serlêdanên wan hatine redkirin û wiha bertek nîşanî biryara AYM’ê da: “AYM’ê gotiye ku mafê jiyanê yê li Cizîrê hatine qetilkirin, binpê nebûye. Qey meriv dibêje hovîtî û qetlîam li Cizîrê neqewimiye û wisa bersiv dide. Vê biryarê me şaş nekir. Li vê dewletê hiqûq û edalet nîne. Heke edalet hebûya wê ew qetlîam pêk nehatana. Li gelek bajaran çalakiyên bicihanîna edaletê hene. Dewlet xwe li hember daxwaza edaletê ker, kor û lal dike. Em ne xerîbî vê yekê ne. Ev biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamên ku pêk hatine ye. Bi vê biryarê carek din birîna me der bû. Vê biryarê hêrs û kîna me rakir.”    Tunç destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a ji bo edaletê berdewam bike.