Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne 2022-07-08 10:03:35   COLEMÊRG - Di 4 rojên dawî de cenazeyên 27 leşkerên ku di çarçoveya operasyonên li Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrg û Geverê.   Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe hatibûn destpêkirin, bi şer û pevçûnên dijwar didomin. Çapemeniya Tirk çiqasî hewl dide windahiyên xwe yên di operasyonên di roja 82’yemîn de didomin veşêre jî, TSK û Wezareta Parastina Netewî (MSB) neçar dimînin nasnameya leşkerên di şer de tên kuştin eşkere dikin. Li ser xeta sînor a Colemêrgê ku cihê operasyon lê tên kordîne û kontrol kirin, tevgera hewayî û sewqiyata leşkerî ya her roj bênavber didome.   27 CENAZEYÊN LEŞKERAM ANÎNE NEXWEŞXANEYAN    Cerdevanên ku ji operasyonan vegeriyan diyar kirin ku ji 3'ê tîrmehê û vir ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna şerên dijwar diqewimin û li herêmê gelek leşkerên mirî û birîndar hene. Hate hînbûn ku di heman pevçûnan û di nava 4 rojan de, 19 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û 8 cenaze jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.   Hate diyarkirin ku piştî karûbarên otopsiyê yên cenazeyên leşkerên mirî, bi 3 balafirên leşkerî yên kargo û yên ku pêdiviyên leşkerî yên tibî, xwarin û amûr tîne Balafirgeha Sellahattîn Eyûbî ya Geverê, cenazeyên wan şandine bajarên wan.   150 LEŞKERÊN BIRÎNDAR LI TUGAYA COLÊMERGÊ NE    Li gorî agahiyên ku ji cerdevan û çavkaniyên herêmî yên ku beşdarî operasyona li herêmê bûne hatin bidestxistin, bi taybetî li herêma Zapê şerê dijwar diqewime û li nexweşxaneyên Sahra û depoyên sar ên li nava herêmê hatine avakirin cih nemaye. Hate hînbûn ku tedawiya nêzî 150 leşkerên birîndar ên li Tugaya Dag Komando ya Colemêrgê didome.   TEQEMENIYAN BI KUÇIKAN VE GIRÊ DIDIN Û DI9ŞÎNIN ŞIKEFTAN    Cerdevanên ku ji operasyonê vegeriyan diyar kirin ku tevî hevkaria PDK'ê li herêmên Avaşîn, Metîna û Werxelê jî leşkerên Tirkiyeyê ti pêşketin bi dest nexistin, leşkeran kamerayên gopro û teqemenî danîne ser kuçikan û şandin şikeftan. Cerdevanan diyar kirin roj nîne ku leşkerek mirî û birîndar nebe û roj nîne jî ku şer dernekeve. Cerdevanan ragihand ku ji ber çalakiyên gerîlayan ên li dijî helîkopteran pêk tên, ji ber vê yekê helîkopter nikarin erzaq û kelûpelan ji leşkeran re bibin û leşker bi rojan tî û birçî dimînin. Her wiha hat diyarkirin ku di encama heman çalakiyan de ji ber helîkopter derbên giran dixwin, cenazeyên leşkerên tên kuştin û birîndar dibin jî bi saetan bêyî mudaxile bê kirin, li erdê dimînin.    LEŞKER HEWL DIDIN KU RAPOR BIGIRIN Û NEÇIN ŞER   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hate diyarkirin ku dema di şer de pêşketin çênabe, leşker raporan werdigirin û hewl didin neçin operasyonê û şer. Her wiha hat zanîn ku cerdevanan jî hewl daye ku heman tiştî bikin û heke ev pêk neyê dê dest ji cerdevaniyê berdin.