Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin 2022-07-08 09:03:50   ŞIRNEX - Şêniyên ji gundên li quntara Çiyayê Cûdî ku hatine qedexekirin bi destûra walî û qereqolan dikarin biçin gundên xwe. Vê carê jî sînordarkirina xwarin û xurekan li gundiyan hatiye sepandin û yên bi ser sînorê hatiye diyarkirin bixînin xwarin û xurekên wan tên desteserkirin.    Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana bi hevkariya PDK'ê ji hewayî û bêjahiyê ve êrişên berfireh dabûn destpêkirin. Li gel van êrişan di 30’yê nîsanê de jî hemwext li dijî Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî operasyoneke berfireh a hewayî û bejahî hatibû destpêkirin. Li herêma ku tevgera leşkerî lê didome, car caran şerê dijwar jî lê diqewime. Bi destpêkirina operasyonên li dijî herêmê re, di 11'ê gulanê de li gundên Xinis, Şemga, Sorbitmê û Girêçolya yên bi ser navçeya Silopiyayê ku li quntara Çiyayê Cûdî diminîn ketin û derketina gundiyan hatibû qedexekirin. Li her çar gundan li gel ragihandina qedexeyan jî di ketina gundan de noqteyên lêgerînê ên polîsan hatin danîn. Welatiyên ku dixwazin bikevin gund jî pêwîste ku destûrê ji qereqolê bigirin û piştre têkevin gundê xwe. Gundiyên ku ji qereqolê destûrê nestînin nikarin bi tu awayî bikevin gund.    Di heman demê de gundên Serêdehlê, Avgamasya û Şîlerût ên bi ser navenda Şirnexê ve jî ku di quntara Çiyayê Cûdî de dimînin jî di 15’ê gulanê de hatin qedexekirin û ketina gundan hate astengkirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin gelek gundî ji ber qedexeya ku hatiye ragihandin “binpê kirine” 2 hezar lîre cezayê pere li wan hatiye birîn.   XWARIN Û XUREKÊN GUNDIYAN HATINE SÎNORDARKIRIN!   Di ketina gundên Serêdehlê, Avgamasya û Şîlerûtê noqteyeke lêgerînê ya polîsan hatin avakirin û gundî yek bi yek bi sepana GBT'ê ango kontrolkirina nasnameyê derbas dibin. Her wiha hate zanîn ku Walîtiya Şirnexê sepana sînordarkirina xwarin û xurekan daniye ser şêniyên gundan. Yên ku bi ser sînorê hatiye diyarkirin xwarin û xurekan bi xwe re bibe, tê desteserkirin û astengî ji gundiyan re tê derxistin.    Gundiyekî ji gundê Şîlerûtê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide pirsgirêkên di dema derbasbûna gund de pê re rûbirû dimînin wiha anî ziman: “Em ji walîtiyê destûrê distînin û bi vî awayî dikevin gundê xwe. Piştî ku nasnameya me kontrol dikin, li hundirê wesayîtên lêgerînê dikin. Weke mînak heke di malbata min de em 8 kes bin divê ku ez 8 nanan tenê bibim. Serê kesê destûra nanekî didin. Heke ji wê zêdetir bibin desteser dikin û yan jî nahêlin ku em derbas bibin. Dîsa dema ku em hewcedariyên din bi vî rengî dikirin jî em rastî heman pêkanînê tên."