Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye 2022-07-07 17:04:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvana Mafên Mirovan a Ingilîz Helena Kennedy diyar kir ku di qirkirina êzdiyan de rola Tirkiyeyê heye û divê di Dadgeha Cezayan a Navneteweyî de were darizandin.  Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan ku ji hêla hiqûqnasên navdar ên cîhanê ve hatiye avakirin, têkildarî êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê, raporek amade kir. Naveroka raporê ji hêla rojnameya ingilîz The Guardian’ê ve hate parvekirin û têkildarî sedem û encamên qirkirinê lêkolîneke berfireh hatiye kirin. Li gorî nûçeya The Guardianê ya li ser malpera Rojnewsê hatiye parvekirin; ji parêzerên inglîz ên tev li lêkolînê bûyî Helena Kennedy da zanîn ku Iraq û Sûriyeyê nekarîn pêşî li ber qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî kurdên êzdî bigirin.    DI QIRKIRINÊ DE BERPIRSYARTIYA 13 WELATAN HEYE    Di lêkolînê de berpirsyariya 13 welatan a di qirkirina li dijî êzdiyan de raxistin ber çavan. Parastvana Mafên Mirovan a inglîz Helena Kennedy, destnîşan kir ku berpirsyarên serek yên qirkirina DAIŞ’ê hinek dewletên din in. Di rapora komîsyonê de ku encama xebatên 3 sala ye û ji 278 rûpelan pêk tê; helwest û berpirsyartiya 13 welatan a di qirkirinê de hate lêkolînkirin.    TIRKIYEYÊ SÎNORÊN XWE JI DAIŞ’Ê RE VEKIRIN   Endamên komîsyonê herî zêde jî bal kişandin ser rola Tirkiyeyê û wiha gotin: “Li gorî lêkolînê; di qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzdiyan de tiliya Tirkiyeyê jî hebû. Liv û tevgera ji bo qirkirina êzdiyan a li Sûriye û Iraqê di sala 2013’an de dest pê kir. Rayedarên Tirkiyeyê bi aşkerayî çavên xwe li vê qirkirinê girtin û sînorên xwe li DAIŞ’ê vekirin. Dewleta tirk ji nîsana sala 2014’an ve destûr da firotina jinên êzdî û kolekirina wan. Ji bo ku DAIŞ êrişî kurdên li Sûriyeyê bike, piştgirî da perwerdekirina wan. Rayedarên tirk baş pê dizanî ku DAIŞ’iyên hatine perwerdekirin dê tiştên xerab bi serê êzdiyan bînin. Divê Tirkiye ji ber rola xwe ya di qirkirinê de, li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî were darizandin.”    Komîsyonê di rapora xwe de daxuyand ku rola Sûriye û Iraqê ku nekarîn pêşî li ber qirkirina êzdiyan bigirin jî di vê qirkirinê de heye.