Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin 2022-07-07 16:44:05   ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, di çalakiya Nobeta Edaletê de dan zanîn ku sedema binpêkirinên mafan, polîtîkaya şer e û banga bidawîkirina van polîtîkayan kirin.    Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 84’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Bornova û Bayrakliyê jî piştgirî dan malbatan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Hevserokê HDP’a Bornovayê Nedîm Yilmaz di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Sedema hemû bêedaletî, krîza aborî, civakî û siyasî, polîtîkaya şer e. Heta dev ji vê polîtîkayê bernedin dê ev krîz jî xelas nebin. Krîza civakî û aborî dê her ku diçe girantir bibe. Ji bo ku hiqûq pêk were divê dev ji vê polîtîkayê berdin.”    Dayika girtiyê nexweş Medet Sever ku li Girtîgeha Hejmar T-1 a Bandirmayê tê ragirtin, Hanim Sever jî diyar kir ku kurd bi kuştinê xelas nabin û wiha domand: “Kurê min nexweş e û ev 24 sal in di girtîgehê de ye. Zarokên me nayên tedawîkirin û cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Zarokên me qetil dikin û piştre dibêjin ‘întîhar’ kiriye. Em vê qebûl nakin.”    Piştre jî yek ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz bertek nîşanî nedermankirina girtiyan da.