Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan 2022-07-07 15:30:35 ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di merasîma cenazeyê Dr. Ekrem Karakaya de hate protestokirin.  Pisporê Kardiyolojiyê Dr. Ekrem Karakaya li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Ji bo definkirinê jî cenazeyê Karakaya birin bajarê wî Kayseriyê. Haci Mehmet Akçay ê ku Karakaya qetil kiribû, bi heman çekê jî xwe kuştibû.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî tev li merasîma cenazeyê Karakaya bû. Lê belê beşdaran bertek nîşan dan. Beşdaran bi hiryohan û çepikan Koca protesto kirin.