Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike 2022-07-07 11:43:08 ENQERE - Rojnamegerên ku dê ji bo hevalên xwe yên girtî daxuyanî bidana û rastî êrişa polîsa hatin diyar kirin ku divê sazî û dezgehên çapemeniyê di zûtirin demê de bên ba hev û piştevaniya hev bikin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezpotamyayê (MKGP) pêr xwestin ji bo hempîşeyên xwe yên li Amedê hatine girtin li Qada Ulus a Enqereyê daxuyaniyê bidin. Lê belê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar derb kirin û binçav kirin. Rojnamegerên rastî êrişê hatin û hatibûn binçavkirin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.      Rojnameger Denîz Nazlim êrişa polîsan wiha vegot: “Polîsan got ku dê destûrê nedin daxuyaniyê. Me jî jê re got ku hevalên me hêj hikûmxwar nînin û heke ceza xwaribin jî ev yek ji hêla qanûnî ve nabe pirsgirêk. Lê polîsan gotin ‘bo me ferq nake bê ka hikûmxar e yan na.’ Destûr nedan. Bingeheke vê êrişê ya qanûnî nîne. Li Tirkiyeyê her tiştekî hiqûqî hatiye redkirin û li gorî fermana rayedarên jor tevdigerin. Di dema astengkirina polîsan de me biisrar qala mafên xwe yên di makeqanûnê de kirin. Lê polîsan ji me re gotin; ‘makeqanûn li vê derê nîne. We xelet xwendiye.’ Û li me xistin û binçavkirin. Êdî li Tirkiyeyê dewleta polîsan sazûman bûye. Yek ji taybetiya faşîzmê ew e ku tundiyê li heqîqetê dike. Tekane amûra wê jî ev tundî ye. Lewma hevalên me tên girtin, kamerayên me weke amûrên sûc tên dîtin. Ji ber ku nûçeyên me rast in lewma tundî tê kirin.”    ‘DI TEVAHIYA ROJÊ DE EV TUNDÎ DOMIYA’   Bi domdarî Nazlim da zanîn ku di tevahiya rojê de tundiya li ser wan domiya û wiha pê de çû: “Di êrişa Parka Kuguluyê de rojnameger Emel Vural, Bêrîvan Kutlu û Asli Alpar rastî tundiya polîsan hatin. Li emniyetê di navbera parêzerên me û polîsan de nîqaş derket. Polîsan got ku dê îfadeyên parêzeran di girtekê de nenivîsin. Parêzeran jî got ku dê şerhê deynin ser vê girtekê. Lê gotin dê ‘destûrê nedin şerhê jî.’ Polîsan giştînameya 10 roj berê ji hêla wezareta karên hundir ve hatiye şandin weke hincet nîşan dan. Em ji sihbetên li wir hîn bûn ku derheqê giştînameya wezareta karên hundirîn nîqaşek heye. Nêzî hefteyek berê parêzeran bi serdozgerên komarê re civînek kirine. Mijara wê jî ev giştîname ye. Dozgeran gotine ku teqez dê bi tu awayî vê giştînameyê qebûl nekin. Parêzeran ev civîn bi polîsan re parve kirin. Lê wan gotin ‘fermana teqez heye û dê li dijî wê tevnegerin.’ Em li wê korîdorê bûn şahidê şerê di navbera serdozger û wezaretê de. Ev rewşekî girîng e. Me ji wan re got ku haya me bi qasî parêzeran ji mewzûatê nîne û daxwaza û mafê me yê parastinê tê bisînorkirin. Polîsên ku girtek îmze kirin jî gotin; ‘em destûrê didin mafê parastinê yê li dijî sûc û bipêkirinê.’Lê belê polîsên berpirsyar destûr nedan parêzeran.”    LI QEREQOLÊ AMADEKARIYA MOTÎVASYONÊ   Di berdewamê de jî Nazlim wiha got: “Em li korîdora emniyetê bûn şahid bê ka polîs ji bo tundiyê xwe çawa motîve dikin û diçin çalakiyan. Li wir çêrên pir xerab kirin û wisa çûn Parka Kuguluyê. Di esasê xwe de em bûn şahidê faşîzma mîkro kir ku di 5’ê tîrmehê de li Qada Ulusê dest pê kir û li emniyet û Parka Kuguluyê berdewam kir. Ne tenê li dijî çapemeniya azad lê li dijî piraniya çapemeniyê êriş heye. Êrişên di nava 10 salan de derketine lûtkeyê. Divê sazî û dezgehên çapemeniyê di zûtirin demê de werin ba hev û li dora rastiyê mil bidin milê hev. Divê xwedî li rojnamegerên girtî derkevin. Divê piştevaniya xwe bi israr bidomînin.”   ‘LI CIHÊ ÇALAKIYA BIDESTÛR HATIN DERBKIRIN’    Rojnameger Sîbel Yukler jî da zanîn ku du hefte berê ji bo qanûna sansûrê li Qada Ulusê çalakî li dar xistin û tiştek bi wan nehatiye kirin. Yukler, wiha domand: “Lê dema em ji bo rojnamegerên girtî hatin wê derê, êriş kirin. Ew der weke qada qanûnî ya çalakiyan e. Lê em li wê derê hatin binçavkirin. Hêj em neketibûn qadê ku polîsan li hevalên me xistin û asteng kirin. Me jî hewl da hevalên xwe biparêzin. Bi darê zorê hevalên me ji derenceyan tîna xwarê. Digotin ku dê destûrê nedin. Di vê navberê de Yildiz Tar derb kirin. Min jî xwest biparêzim û got; ‘dest nedin wî, ew hevalê min ê rojnameger e.’ Vê carê jî li min xistin. Em li erdê kaş kirin û birin. Piştre li cihekî din em dirêjî erdê kirin û ji pişt ve kelemçe kirin. Di vê navberê de rojnameger Tar tacîz kirin. Me got em rojnameger in lê zendikên me pir şidandin û li me xistin. Heta demekî li me xistin û piştre bi zûka xistin wesayîta binçavkirinê. Denîz Nazlim jî dema hewl dida binçavkirina hevalên me asteng bike hate derbkirin. Me xwest li wir bibêjin ku pîşeya hevalên me yên hatine girtin sûc nîne û me rûmeta rojnamegeriyê parast.”    ’ROJNAMEGER HATIN ÎŞKENCEKIRIN’   Herî dawî jî Yukler ev tişt anî ziman: “Em ê bertekên xwe yên li dijî girtin û îşkenceyan bidomînin. Dema rojnamegerên kurd hatin binçavkirin me got; ‘dê darbeya li dijî çapemeniya kurd bibe darbeyeke li dijî her kesekî ye.’ Ji xwe wisa jî bû û qanûna sansûrê derket. Êrişeke mezin li ser me heye. Ev yek jî nîşanî me dide bê ka heta hilbijartinê dê rewşeke çawa biqewime.”