Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê 2022-07-06 13:12:48   ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Celalettîn Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Xarpêtê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku li şewbek li girtîgehê belav bûye û nêzî 60 girtî jî pê ketine.    Girtiyê bi navê Celalettîn Demîr (28) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Xarpêtê tê ragirtin, di 4’ê tîrmehê roja duşemê de li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û da zanîn ku li girtîgehê şewbek belav bûye û nêzî 60 girtî bi vê şewbê ketine. Demîr, da zanîn ku daxwazanemeyên wan ên ji bo revîrê nehatine bersivandin û hêj teşhîsa vê nexweşiyê jî nehatiye kirin. Bavê Demîr, Selahattîn Demîr têkildarî rewşê axivî û agahî dan. Demîr, diyar kir ku nexweşiyeke weke Covîd-19’ê li girtîgehê belav bûye û rewşa tenduristiyê ya hemû girtiyan jî xerab e.    Demîr, bi domdarî banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Her kesê xwedî wijdan divê guh bide dengê girtiyan. Divê hêj agahiya mirinan ji girtîgehan nehatin gav bên avêtin.”    Li ser vê mijarê em li Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Xarpêtê geriyan. Rayedarê girtîgehê îdia kir ku tu nexweşiyên şewbê li girtîgehê nînin.