Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin 2022-07-06 12:50:43   AMED - Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan di çalakiya Nobeda Edaletê de gazî malbatên girtiyan kir û got: “Bila hemû malbatên girtiyan piştgirî bidin me û li mafên zarokên xwe bigerin.”   Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 233’yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan ji bo çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê hatin cem hev.  Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komelya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan malbatan.    ‘EDÎ BES E’   Di çalakiye de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî da zanîn ku ev 8 meh in dubare dubare daxwazên tînîn ziman û ew ê daxwazên xwe her bînin ziman heta girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye bên berdan. Merwanî bal kişand ser nêzîkatiya ATK’ê ya li hemberî girtiyên nexweş û wiha got: “Lê belê ATK cihêkariyê dixe nava girtiyan. Mafên girtiyan yên jiyanê û hûqûqî bin pê dike. Bila ATK xwedî li erka xwe derkeve û erka wê ew e ku xwedî li mafê jiyanê derkeve. Girtiyên nexweş li nexweşxaneyan raporên ku nikarin di hefsê de bimînin werdigirin, lê belê ATK van raporan tune dihesibîne û wezîfeya xwe binpê dike. Gelo ATK çiqas bi qasî nexweşxaneyan dizane? Em wekî malbatên girtiyan dibêjin êdî bes e û hemû kesî dengê me bihîst lê belê hê jî ATK’ê dengê me nebihîstiye.”    JI DAYIKA GIRTIYÊ NEXWEŞ BANG    Piştre jî dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan axivî û bi bîr xist ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakî dane destpêkirin. Boltan diyar kir ku xwestekên wan diyar in û got: “Bila girtiyên nexweş bên berdan. Bila zarokên me ku cezayên xwe qedandine bên berdan. Ez bangî Wezîrê Dadê dikim, Serokkomar dikim, bila bikevin dewrê û çareseriyek bibînin. Ez gazî hemû malbatên girtiyan jî dikim ku werin beşdarî çalakiyê bibin û li mafên zarokên xwe bigerin.”