AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir 2022-07-06 11:23:41   STENBOL - Ji bo Kemal Ozçelîk ê 28 sal in girtî ye û nexweş e serlêdana berdanê hat kirin. AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk red kir û gotina “cihê vala nîne” ya nexweşxaneyê ji xwe re referans nîşan daye.    Kemal Ozçelîk (65) li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Ew girtiyek nexweş e. Ji bo cezayê wî bê taloqkirin ango înfazkirin di 10’ê hezîranê de serlêdana tevdîrê li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hat kirin. Ozçelîk di 23’ê tebaxa 1994’an de li Erziromê tê girtin û Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê di sala 2006’an de cezayê muebedê lê dibire. Ozçelîk ê 28 sal in di hefsê de ye, krîza dil derbas kirye û ji ber krîzê emeliyata bypass bûye. Tevî emeliyatê jî rewşa Ozçelîk xedartir bû. Seranserî pêvajoya pandemiyê Ozçelîk nebirine nexweşxaneyê.    Her wiha nexweşînên wek şekir, nexweşînên çav, werimandina dest, mil û ranên wî, hilmstendin, bêhnçikandin, jibîrkirin û her wiha hipertansiyon û kolesterol lê peyda bûne. Di demek nêz de wî rakirin nexweşxaneya Tekîrdagê û gelek nexweşînên wî dîsa hatin tespîtkirin.      CIHÊ VALA NÎNE!   Derket holê ku di gurcikên Ozçelîk de bêfonksiyonî heye. Wî di gulana 2022’yan de dibin nexweşxaneyê û ji bo ji gurcika xwe bê emeliyatkirin wî radikin Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmîla Fehmî Cumalioglu ya Tekîrdagê. Nexweşxane dibêje, “em dikarin 9 meh randevu bidin. Cihê me vala nîne” û wî emeliyat nakin.    MAFÊ JIYAN Û AZADIYA KES    Parêzerê Ozçelîk, Vedat Ece ji ber pirsgirêkên tenduristiya miwekîlê xwe di 7 û 10’ê hezîranê de ji bo ku cezayê wî bê taloqkirin û tevdîr bên girtin serî li Dadgeha Qanûna Gingehîn (AYM) da. Ece di serlêdana xwe de bal kişand ser Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan û dibêje her kes xwedî mafê jiyanê ye û mafê azadiyan e û divê ewlehî hebe û her kes li ber qanûnê wekhev e û divê neyê cihêkirin.    MAFÊ JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE    Ece ji bo miwekîlê xwe destnîşan kir ku jiyana wî di xetereyê de ye û ji ber nexweşînan nikare bi tena sere xwe bijî û hevalên qawîşa wî ji ber rewşa wî bi fikar in.    AYM’Ê GOTIYE ‘NE LEZGÎN E’    Ece anî ziman ku AYM’ê gotina “Piştî 9 mehan randevû heye. Cihê vala nîne” a nexweşxaneyê bo xwe referans nîşan daye û AYM’ê îdia kiriye ku rewşa Ozçelîk ne lezgîn e û daxwaza wî red kiriye. Ece got lê belê AYM’ê hê jî derbarê esasê de biryarek nedaye.    ‘BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ MANE’    Ece da zanîn ku herî dawî ew di 16’ê hezîranê de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiriye û ji ber rewşa miwekîlê wî nebaş e xwest tavilê bê berdan da ku bigihîje mafê xwe yê jiyan û tedawîkirinê. Ece destnîşan kir k udi serî de miwekîlê wî û bi sedan girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû mane û divê bên berdan.    MA / Mehmet Aslan