Derbarê polîsê ku bi kuçik îşkence li Çetîn kir de bi sûcê 'birîndarkirina hêsan' doz hat vekirin 2022-07-06 09:02:04   AMED -Ji polîsên ku di dema binçavkirinê de bi kuçikan îşkence li Rojbîn Çetîn a HDP'î kiribûn derbarê 10 polîsan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û derbarê polîs Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" doz hatiye vekirin.    Di 26'ê hezîrana 2020'an de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan li Amedê avêtibû ser mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn. Di dema avêtina ser malê de polîsan bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribû. Lêpirsîna derheqê polîsên bi kuçikan îşkence kiribûn de temam bû. Derheqê 10 polîsan de ku bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribûn û ew taciz kiribûn, bi çekê gef lê xwaribûn û heqaret lê kiribûn biryara neşopandinê hatiye dayîn û derbarê polîs Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" îdianame hatiye amadekirin.    HEMAN ÎFADE   Piştî binçavkirinê parêzerê Çetîn, Mehmet Ozer, Serokê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Mûharrem Şahîn û parêzerê HDP'ê Kenan Maçoglû giliyê polîsan kiribûn û Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî bi sûcên "tacîz", "bi çekê gefxwarin", "heqaret" û "birîndarkirina hêsan" derbarê 11 polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya polîsan hatibû wergirtin. Polîsan tiştên pê dihat tawanbarkirin red kiribûn û polîsên tîmên taybet ên derî şikandibûn û bi kuçikan ketibûn hundir jî heman îfade dabûn.    Polîsan di îfadeya xwe de derpêş kiribûn ku her tişt li gor usûlê kirine û gava Çetîn hewl daye xwe ji şaneşînê bavêje kuçik jî ji bo wê wê asteng bike bi nigê wê girtine, lê gava Çetîn pehîn avêtiye kuçik jî nigê wê gez kiriye. Polîsan di îfadeya xwe de gotiye wê kêliyê mudaxileyî kuçik kirine, lê ji ber ku Çetînê bi helwesteke "rêxistinê" li ber xwe daye wan jî ji bo wê bêbandor bikin tevgeriyane. Her wiha polîsan derpêş kiriye ku Çetîn ji wan re gotiye, "Ez endama partiyeke siyasî me, min şaredarî kiriye, ez ê we, peywira we hemûyan bidim betalkirin,, bêj...n TC'ê."    Dozgeriyê ku lêpirsîn temam kir di biryara xwe de xwestiye ku têkildarî sûcên "tacizê", "bi çekê gefxwarin" û "birîndarkirina hêsan" delîline berbiçav tune ne" û derheqê 10 polîsan de biryara neşopandinê daye. Dozgeriyê derheqê perwerdekarê kuçikan Serdar G. de jî bi sûcê "birîndarkirina hêsan" îdianame amade kiriye.    Piştî biryara veşarî ya li ser dosyeyê hat rakirin derket holê ku Serdar G. berê jî li Amedê bi kuçikan îşkence li Şeyhmûs û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev kiriye û bi sûcê "birîndarkirina hêsan" derbarê wî de doz hatiye vekirin.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Serdar G. bi sûcê "birîndarkirina hêsan" bê cezakirin.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 9'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin û dê danişîna ewil di 9'ê îlona 2022'yan de bê lidarxistin.